Hişmendiya çêkirî û bandora wê ya li ser jiyan mirovan (1)

Bişar Durgut / Amed

Teknolojî pêş dikeve û her ku diçe di jiyana mirovan de bêhtir cih digire. Li hêlekê bandoreke pir erênî li ser jiyana mirovan dike û li hêla din jî bi xwe re metirsiyan jî tîne. Pisporên zanistê dibêjin ku ji teşhîskirina nexweşiyan heta zehrîkirina mejiyê mirov, hişmendiya çêker di gelek aliyan de pêş ketiye.

Hişmendiya çêkirî, qabîliyeta bicihanîna liv û tevgera mîna zindiyan a komputer an jî robotekê di bin kontrola komputerê de ye. Rabirdûya hişmendiya çêkirî heta salên 1940’an jî diçe. Ev rabirdû heta Turing Machineyan jî diçe. Xebatên hişmendiya çêkirî rêbazên hizirîna mirovan dinirxîne û dîrektîfên çêkirî yên mîna wê, pêş dixe. Ango hişmendiya çêkirî erkên ku mirovan lê bar kirine, bi cih tîne. Dihêle ku komputer mîna mirovan bifikire û pirsgirêkên tevlihev, bi rêbazên mirovan çareser bike. Gelek pirsgirêkên aqil û hizrê bi rêya hişmendiya çêkirî bi rehetî dikare bên çareserkirin.

Ji ber ku hişmendiya çêkirî bernameyên xwedî daneyên tevlihev nas dike, ji bo ku ji tecrûbeyên wan sûd were girtin û biryarên mirovan bi cih bînin, pêdivî bi zanîna mirovan dibîne. Hişmendiya çêkirî pergalan dişopîne û li ser bingeha parametreyên piştre, hewl dide wê nas bike.

Dîrokçeya hişmendiya çêkirî

Hişmendiya çêkirî bi qasî komputerên modern, kevn e. Xwediyê fikra ‘Hişmendiya çêkirî’ jî, Alan Mathison e ku bi pirsa ‘Gelo makîne dikarin bifikirin?’ re rê li ber nîqaşa ser zîrekiya makîneyan vekiribû. Zanista komputerê û têgeha hişmendiya çêkirî, di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de di sala 1943’yan de bi saya pêdiviyên analîzên Krîpto û hilberîna cîhazên elektromekanîk derketiye.

Ji bo sala 2018’an mirov bi rehetî dikare bibêje ku ‘Sala hişmendiya çêkirî’. Vê teknolojiyê di sala 2018’an de gelek peywir li xwe girtin. Bi saya algorîtmayan, ji teşhîsa nexweşiyan heta jimartina kraterên li ser rûyê hîvê, gelek beş guherand û veguherandin. Hişmendiya çêkirî her çiqas di jiyana mirovan de gelek aliyên erênî bi xwe re anîbin jî, aliyên wê yên neyînî jî hene. Di vê beşê de em ê aliyên erênî parve bikin.

Çend aliyên erênî yên hişmendiya çêkirî

a ) Hişmendiya Çêkirî ya Bijîşkên Çav

Îdareya Derman û Xurekan a DYA’yê (FDA) di meha nîsana sala 2018’an de,  destûr da firotina sepana yekemîn hişmendiya çêkirî a ku pirsgirêkên tenduristiyê bêyî şopandina pisporan teşhîs dike. Bernameya ku dîmenên çav, li gorî diyardeyên çavên ku ji ber nexweşiya şekir kor bûne lêkolîn dike, ji bo herêmên ku bijîşkên çav lê ne yan jî kêm, pir girîng e. Bernameya Hişmendiya çêkirî, korbûna  ji ber temen heta pirsgirêkên dil, her tiştî dikare hîn bibe.

b) Amadekirina neşxeya hîvê

Algorîtmayeke hişmendiya çêkirî, ji bo ku der barê kraterên li ser hîvê de agahî bigire, ji sê paran yek ê rûyê hîvê sê caran kontrol kir. Komputera ku qala wê tê kirin, 6 hezar kraterên ku beriya niha nehatibûn tespîtkirin, dîtin. Ger ku balê bikişîne ser gerstêrkên kevin û hîvên ji cemedê (bûz), ev bername dikare li dîroka Pergala Rojê nêrîneke pir cuda zêde bike.

c) Texmînkirina erdhejan

Texmînkirina zû ya erdhejan pir zehmet e. Heta ku mirov dikare bibêje pêkan nîne. Lê algorîtmayeke hişmendiya çêkirî ya ku şoqên paşingan texmîn dike, dikare ji bo ku mirovên li herêmên bi rîska mezin a erdhejên sîsmîk bêhtir xwe amade bikin, bibe alîkar. Bernameyeke ku taybentmendiyên ji zêdetirî 130 hezar erdhej û şoqên paşing lêkolîn dike, dikare ji teknîkên kevneşop baştir cihê erdhejan texmîn bike.

d) Wêneyên sewalên li xwezayê dikişîne

Kişandina sewalan a li xwezayê hinek zehmet e. Lê hişmendiya çêkirî vê zehmetiyê hêsan dike. Bi taybetî jî xefikên kamereyan ên ku wêneyên sewalan dikişînin, ji bo şopandin û lêkolînkirina tevgera wan dibe alîkar. Di algorîtmayeke ku meha hezîrana sala 2018’an di Danezana Akademiya Zanistanên Neteweyî de, hejmara sewalên di wêneyan de, cureyên wan û tevgerên wan jî etîket dike.

e) Hişmendiya çêkirî zehrî (teqlît) mejiyê mirovan dike

Hişmendiya çêkirî zehrî mejiyê mirovan dike. Hişmendiyeke çêkirî ya ku hinek beşên  mejiyê mirovan zehr dikin, di heman demê de ji bo hînbûna çawaniya xebata mejiyê mirovên zanistê jî gelek dibe alîkar. Hişmendiyeke çêkirî ya ku ji hucreyên taybet ên mejî ku weke hucreyên şebekê jî tên zanîn pêk tê, li gorî hişmendiyeke çêkirî ya bê hucreyên neşxekirinê, pir zêdetir kurterê dîtin.

f) Dengên mirovan ji hev dike

Di nav gelek dengan de, mirov bi rehetî dikarin bala xwe bidin ser dengekî. Lê ev yek ji bo komputeran ewqas hêsan nîne. Lê hişmendiya çêkirî di dîmenên pir zêde deng tê de hene, niha bi saya tevgera lêvan re niha axaftina kesan analîz dikin. Bi vê yekê re hişmendiyên çêker ên hesas li cihên pir zêde bideng dikarin hîn baştir fermanan bibihîsin, fêm bikin û bi cih bînin.

g) Di pêşxistina dermanan de rola wê

Di heman demê de hişmendiyeke çêkirî dikare formûlên şîrketeke dermanan, bi şîrketeke din a hevrik re parve bike. Ev sazkirina pêbawer, dihêle ku şîrketên dermanan hawîzên mezin ên daneyên perwerde-testê kom bikin. Pergala Bernamevanan ji bo pêşxistina dermankirinên tibbî, di perwerdeya xwe de hişmendiyên çêkirî yên ku dizanin bê ka kîjan proteîn û derman di bedena mirovan de lihev dikin, bikaranîn. Hişmendiya çêkirî, ji bo amadekirina planên dermankirina nexweşan, texmînkirina encama nexweşiyê û analîzkirina qeydên tenduristiyê jî tê bikaranîn.

h) Gelo hişmendiya çêkirî dikare pêşî li tundiya olê bigire?

Mirovên zanistê, ji bo bikaranîna bernameyên nivîsbariyê yên ku zehrî civakan dikin a ji bo pêşîlêgirtina tundiya olan, diceribînin. Her wiha lêkolînvan bi bikaranîna algorîtmayên hişmendiya çêkirî re, sîmulasyona çalakiyên ku dibin sedema cudahiya mezheban amade dikin. Di modela ku tê bikaranîn de ji gelek netewe û olan bi hezaran kes hene. Norveç û Slovakya, ji bo pêşîlêgirtina gengeşiyên ji ber misilmanên penaber ên ku li welatên xiristiyanan bi cih bûne derdikevin, vê teknolojiyê diceribînin. Pispor dibêjin ji bo ku ev amûr di jiyanê de bê bikaranîn, divê bêhtir bê pêşxistin. Pispor dibêjin ku ger ev proje dema gihîşt asta ku tê xwestin, ji bo analîzkirina faktorên ku rê li ber pevçûnên olî vedikin, dê pir baş bibe.

i) Teşhîskirina penceşêra rûçik

Li gorî lêkolînan, di teşhîskirina penceşêra rûçik de teknolojiya komputeran ji mirovan serkeftîtir e. Komeke lêkolînê ya ku ji alman, amerîkî û fransiyan pêk dihat, ji bo ku lezyonên rûçik ên nebaş ji yên baş cuda bike, zêdetirî sed hezar wêne nîşanî bernameyeke hişmendiya çêker dan. Ji sîstemên hînbûna kûr CNN (Torên Rehikên Konvolusyonel) û ji 17 welatan bi giştî ji 58 dermatolojîstan hat xwenstin ku mînakên lezyonên rûçik ên baş û nebaş teşhîs bikin. Ji nîvî zêdetir bijîşkên ku ketine cerebeyê pisporên rûçik bûn û ji sedê 50 jî ji dermatolojîstên herî kêm xwedî tecrûbeya 6 salan bûn. Di encama lêkolînê de derket holê ku performansa teknolojiya CNN’ê ji gelek dermatolojîstan baştir e. Derket holê ku bijîşkên rûçik ji sedî 86.6 û CNN’ê jî ji sedî 95 penceşêra rûçik teşhîs kir. Koma ku cerebe pêk anîn dibêjin ku makîne nikarin şûna mirovan bigirin lê dê ji bo alîkariyê bên bikaranîn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku her sal herî kêm 55 hezar mirov ji ber penceşêra rûçik jiyana xwe ji dest didin.

Çend mînakên hişmendiya çêkirî

Ajansa Fermî ya Çînê Şînhua tevî şîrketa Sogouyê ‘yekemîn spîkerê hişmendiya çêkirî’ derxist ekranê. Hişmendiya çêkirî ku li gorî yên rast hatiye çêkirin, di Konferansa Înternetê ya Cîhanê ku li Çînê ye hate danasîn.

Firotina tabloyê

Berhemeke hunerê ya ku ji hêla hişmendiya çêkirî ve hatiye amadekirin, bi 432 hezar dolaran hate firotin. Berhema Portreya Edmond Belamy ku li mala Chritie ya li New Yorkê hate firotin, ji hêla kolektîfa hunerê ya bi navê Obvious’ê ku navenda wê li Parîsê ye hatiye çêkirin. Algorîtmaya hişmendiya çêkirî, ji 15 hezar portreyên aydî sedsalên 14’emîn û 20’emîn pêk tê. Her wiha tê payîn ku hişmendiya çêkirî di pêşerojê de jî dê di bazara hunerê de xwedî cihekî girîng be.

Tu Dikari Biecibînî