Metirsiyên hişmendiya çêkirî û nîqaşên li serê tên kirin (2)

Bişar Durgut / Amed

Hişmendiya çêkirî ger ku ji hêla kesên nebaş ve bê bikaranîn, dikare rê li ber encamên gelek neyînî veke. Her wiha bêkarî, çêkirina çekên otonom û hwd. tenê çend aliyên neyînî yên hişmendiya çêkirî ne. Zanistê mezin Stephan Hawkîng vê mijarê wiha vedibêje: “Hişmendiya çêkirî dibe ku tişta herî baş a bi serê mirovahiyê hatibe be. Lê dibe ku tişta herî xerab be jî.”

Di beşa yekemîn de em li ser pênaseya hişmendiya çêkirî û aliyên wê yên erênî sekinîn. Di vê beşê de jî em ê hewl bidin encamên neyînî yên hişmendiya çêkirî û îhtimalê metirsiyên ku dê rê li ber veke, bisekinin. Her çiqas em di serdema teknolojiyê de bin jî, teknolojî li hemberî daxwaz û hêviyên mirovahiyê her tim encamên baş dernaxîne.

Fuzeyên weke balafirên bêmirov hatine çêkirin, vîdeoyên ku hatine manîpulekirin û korsaniya otomatîk a komputerê, çend aliyên neyînî yên hişmendiya çêkirî ne. Pispor dibêjin ku ev her sê metirsî, tenê çend mînakên encama xerab ên bikaranîna hişmendiya çêkirî ne. Têkildarî mijarê bi sedan pisporên navneteweyî têkildarî metirsiyên hişmendiya çêkirî, di sibata sala 2018’an de raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir. Di raporê de tê xwestin ku yên hişmendiya çêkirî amade dikin, divê bêhtir hewl bidin ku hişmendiya çêkirî ji hêla kesên nebaş ve neyê bikaranîn.

Hişmendiya super

Gumanên der barê hişmendiya super de, di destpêkê de ji hêla felsefevanên Zanîngeha Oxford’ê Nick Bostrom di pirtûka ‘Superintelligence: Paths, Dangers, Strategies’ de hate destnîşankirin. Mijara hişmendiya super, bandor li kesayetên weke Stephen Hawking û Elon Musk jî kir. Di pirtûka xwe de Bostrom hişmendiya super weke; ‘hişmendiya super; afirîneriya zanistî, zanyarî û lêhûrbûnên civakî jî di nav de, di her alî de ji mirovên herî bi aqil jî aqiltir e’ pênase dike.

Gelo dê kengî bandorê li jiyana mirovan bikin

Pisporên weke profesorê Stanfordê û endamê Komeleya Hişmendiya Çêkirî ya Amerîkayê (American Association for Artificial Intelligence) Ed Feigenbaum û ji robotîkvanên navdar Rodney Brooks dibêjin ku ji bo dema ku makîne tenê xwe difikirin, pir maye. Li gorî anketa di navbera endamên AAAI’yê de hatiye kirin, ji sedî 92’yê pisporan destnîşan dikin ku di nav 10-25 salên pêş de hişmendiya çêkirî dê nikaribe vê yekê pêk bîne.

‘Robotên kujer’ çekên otonom

Hişmendiya çêkirî di heman demê de metirsiyeke weke ‘robotên kujer’ jî bi xwe re tîne. Robotên kujer ên ku heta niha her tim di fîlman de dihatin dîtin, êdî niha bi dengekî bilind tên nîqaşkirin. Di serdemeke wiha de Parlamentoya Ewropayê bi biryarekê, pêşxistina pergalên çekên otonom ên ku bêyî mudaxaleya mirovan dikarin mirovan bikujin, qedexe kir. Di biryarê de ku bang li qada navneteweyî jî tê kirin ku têkildarî mijarê qedexeyekê bînin. Lê hinek parlamenter jî bi hinceta; ‘Ev qedexe dibe ku pêşî li pêşxistina hişmendiya çêkirî bigire’ li dijî vê biryarê derdikevin. Gelek aktivîst, siyasetmedar û derdorên cuda bi gotina; ‘Biryara di navbera jiyan û mirinê de divê nedin destê makîneyan’ bi tundî li dijî wê derdikevin.

Li dijî çekên otonom civiyan

Metirsiya ku dê çekên otonom rê li ber veke, bala gelek derdoran dikişîne. Kesên li hemberî çekên otonom, têkildarî metirsiyên vê pergalê vîdeoyan amade dikin û li ser medyaya civakî parve dikin. Ji bo pênasekirin û sererastkirina çekên ku ji hêla komputeran ve tên bikaranîn, di tebaxa sala 2018’an de ji gelek welatan gelek pispor li navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevre ya Swîsreyê kom bûn. Lê dewletên weke Îsraîl, Rûsya, Koreya Başûr û DYA’yê jî bi hincetên cuda li dijî qedexeyê derketibûn.

Zanîngeha KAIST’ê boykot kirin

Di sibata sala 2018’an de Zanîngeha KAIST’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dê bi hevkariya şîrketa parastinê ya Koreya Başûr a bi navê Hanwha Systemsê re dê ‘çekên bêyî kontrola mirovan hedefan tune dikin’ çêbikin. Lê ev biryar rastî bertekên tund ên zanîngehan hatibû. Zêdetirî 50 lêkolîneran, bi daxuyaniyekê ragihand ku dê Zanîngeha KAIST’ê boykot bikin. Organîzatorê boykotê, profesorê Zanîngeha New South Wales’ê Toby Walsh têkildarî mijarê wiha dibêje: “Pêşbirka çêkirina çekên otonom ev demeke dirêj e heye. Ji DYA’yê heta Çîn, Rûsya û Îngilistanê em dikarin prototîpên van çekan bibînin. Tu kes vê pêşbirkê naxwaze û divê pêşî lê bê girtin. Bi çekên otonom re şerên ku heta niha nehatine dîtin, dê çêbibin. Ger ku qutiya Pandorayê bê vekirin, girtina wê êdî hêsan nabe.”

Dikare vîdeoyan manîpule bike

Pêkan nîne ku hişmendiya çêkirî her tim bi erênî bê dîtin. Mînak; bernameyeke komputerê bi rehetî dikare vîdeoyekê manîpule bike. Rûyekî di vîdeoyekê de dikare bi rûyekî din ê di vîdeoyeke din de biguherîne. Bi vê yekê re ger ku bê xwestin dikarin rûyên bi kesên cuda di bûyerên qewimîn de bên guhertin û rastî bi temamî bê beravajîkirin. Ev jî nîşan dide ku ger hişmendiya çêkirî bikeve destê mirovên nebaş, dikare zanînê manîpule bike.

Di nav 10 salên pêş de çend metirsiyên ku hişmendiya çêkirî dê bi xwe re bîne wiha ne:

a) Yek ji sedema tirsa li hemberî hişmendiya çêkirî ew e ku bi perwerdeyekê, ji mirovan bêhtir bi aqil bibin û bêyî kontrola mirovan biryar bidin û pêk bînin. Pispor dibêjin ger wisa bibe, dê rê li ber encamên neyînî veke.

b) Mirovekî xwedî niyeteke nebaş dikare bi kirîna balafirên bêmirov re mirovan hedef bigire. Ji bo ku kesê/a hatiye destnîşankirin hedef bigire, dikarin bi bernameya nivîsbariyê wê perwerde bikin.

c) Dikarin botan otomatîk bikin an jî bi vîdeoyên sexte manîpulasyonan bikin.

d) Korsanên komputeran dikarin bi senteza deng re xwe weke kesên ku dê hedef bigirin, nîşan bidin.

e) Hişmendiya çêkirî di heman demê de ji bo hemwelatiyan, organîzasyon an jî dewletan asta rîskan jî dê biguherîne. Mirovên nebaş bi heckkirin an jî bi dizîna şîfreyan a makîneyan re dikarin wan di asta mejiyê mirovan de perwerde bikin û di mijarên şopandin û zextê de bikar bînin. Di heman demê de li ser ewlehiyê xwedî bandorekê mezin e.

f) Gelek şîrket, sazî yan jî kesayetên ku xebatên pêşxistina hişmendiya çêkirî dikin, dikarin li gorî bîrdozî û nêrînên xwe bernameyên nebaş jî çêbikin. Mînak;  algorîtmaya wêneyan a Googleyê, amerîkiyên bi eslê xwe ji Afrîqayê ne, weke ‘gorîl’ nîşan dida. Her wiha hinek algorîtmayên naskirina rû, rûçikên spî nas dikin ên reşik nas nake. Ev jî rê li ber nijadperestî yan jî netewperestiyê vedike.

g) Yek ji aliyên neyînî yên hişmendiya çêkirî jî em dikarin weke rê li ber vekirina bêkariyê destnîşan bikin. Li gorî pisporên mijarê, bi pêşxistina hişmendiya çêkirî re dikare gelek beşên kar bên tejîkirin û bi vê yekê re rê li ber bêkariya bi milyonan bê vekirin. Li gorî daneyên Forûma Aboriyê ya Cîhanê, dê di çend salên pêş de herî kêm 7.1 miyon kar êdî ji holê rabin.

Hawkîng: Dibe ku tişta herî nebaş be

Têkildarî hişmendiya çêkirî ji pisporên teknolojiyê Elon Musk nêrînên xwe wiha tîne ziman: “Dibe ku metirsiya herî mezin a hebûn û nebûnê, hişmendiya çêkirî be.” Der barê mijarê de zanistê bi nav û deng Stephen Hawking jî gumanên xwe bi van gotinan destnîşan dike: “Hişmendiya çêkirî dibe ku tişta herî baş a mirovahiyê be. Lê dibe ku bibe tişta herî nebaş a bi serê mirovahiyê hatî jî.”

Dikarî Biecibînî