Hişmendiya çêkirî û pêşeroja mirovahiyê (3)

Bişar Durgut / Amed

Di serdema me de hişmendiya çêkirî êdî di her qadeke jiyana me de ye. Li şûna me biryaran didin, girtiyan ceza dikin an jî tiştan tune dikin. Gelo pirsgirêka etîkê ya hişmendiya çêkirî heye? Zanist hewl dide ku mirov û hişmendiya çêkirî jiyanake hevpar bijîn

Hişmendiya çêkirî di salên pêş de dê bêhtir di jiyana me de cih bigire. Ji xebatên mala navê heta kargehan, li kolanan, li ser rêyan û li her deverekê robotên bi hişmendiya çêkirî hatine çêkirin, dê hîn bêhtir di jiyana me de cih bigirin. Mirov ku bi hin taybetmendiyên xwe yên mîna îrade, niraxandin û hestiyariyê tevdigere gelo dê çiqas bikaribe entegreyî jiyana bi robotan an jî bi makîneyên hişmendiya çêkirî, bibe?  Hişmediya çêkirî ku êdî di gelek mijaran de li şûna me biryar werdigire rê li ber pirsgirêkên etîkê jî vedike.

Ger ku em bi kurtasî pênaseyekê ji bo etîkê bikin, beşa felsefeyê ya ku liv û tevgerên rast bi awayekî sîstematîk pênase û diyar dike ye. Ji ber vê yekê jî kontrolkirin û parastina nirxên mirovahiyê dikevin qada etîkê. Di serdemeke ku bi gelemperî agahî ji Google, Facebook, Twîtter û medyaya civakî tên bidestxistin, pirsgirêkên etîkê bêhtir derdikevin pêş.

Teknolojî li şûna me biryaran dide

Dema ku qala etîka hişmendiya çêkirî tê kirin, bi gelemperî lêgerîna bersiva pirsên; ‘Gelo algorîtma çawa bên nivîsandin dê ji bo kesan biryarên baş û rast bidin?’ û ‘Pêvajoya pêşketinê ya lêkolîn, pêşxistin, tasarim û hilberînê ya teknolojiyê çawa dikare herî baş pêş bikeve?’ tê kirin.  Etîka hişmendiya çêkirî tenê ne ji bo pêşerojê roja me ya îro jî yek ji parçeyên jiyana me ye. Her çiqas em gelek hîs nekin jî, di nav jiyana me ya rojane de xwedî parekî mezin e. Teknolojiyên ku em bi kar tînin li şûna me biryara gelek tiştan didin lê aliyê etîkê gelemperî tê paşguhkirin. Ji ber vê yekê jî gelek şîrketên ku li ser hişmendiya çêkirî dixebitin, li ser pirsgirêka etîkê pir disekinin.

Ji cezakirinê heta pêşdaraziyê

Di modelên kar ên weke Uberê û yên weke wan de biryarên ku makîne û algorîtmayên ku wan afirandine didin, bi guman tên pêşwazîkirin. Makîneyên ku hîn dibin, ji girtina kar heta cezakirina girtiyekî, çiqas zêde tê bikaranîn ewqas jî bi xwe re pirsgirêkên etîkê tîne. Mînak; Amazonê piştî ku dît algorîtmaya dîtina kar a bi hişmendiya çêkirî hatiye çêkirin bi pêşdarazî nêzî jinan dibe, pergala xwe rakir. Ev jî yek mînakên etîka hişmendiya çêkirî ye.

‘Mirov nikarin berpirsyariyên xwe li makîneyan bar bikin’

Ji ber teknolojiyê di heman demê rê li ber bêkariyeke mezin jî vedibe. Bêbaweriya daneyan û pirsgirêka mahremiyetê yek ji pirsgirêkên etîkê yên hişmendiya çêkirî ye. Têkildarî mijarê pisporên teknolojiyê dibêjin ku mirov nikarin berpirsyariyên xwe li ser makîneyan bar bikin. Pispor diyar dikin ku divê mirov bêhtir girîngiyê bidin nirxên mirovî û etîkê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Google ku çekên otonom ên hişmendiya çêkirî hatine amadekirin û dikariya hedefa xwe ji dûr ve tune bike dabû artêşê, piştî bertekên tund ên xebatkarên wê, ji neçarî îhaleya bi Pentagonê re betal kiribû.

Gelo kîjan mafdar e?

Li Îngilistanê balafirên bêmirov salekê hektarek zeviyê ajot, genim çand, derman kir û berhemên xwe kom kirin. Di dema pêkanîna vê yekê de jî tu alîkarî nestand. Di heman rojan de li ser wesiyeta fizîkvanê bi nav û deng ê îngilîz Stephen Hawking piştî mirina wî, pirtûka wî ya bi navê ‘Ji bo Pirsên Mezin Bersivên Kin’ ku tê de dibêje hişmendiya çêkirî dê dawiya mirovahiyê bîne, ji hêla malbata wî ve hate weşandin. Gelo pêşeroj dê ji van her du nêrînên cuda kîjanê mafdar derxîne?

Qonaxên ku mirovahiyê derbas kirine

Mirovahî ku bi makîneya buharê, ceyran û komputerê re şoreşên yekemîn, duyemîn û sêyemîn ên endustriyê pêk anîn, şoreşa ‘Endustrî 4.0’ ku pergalên sîber-fizîkî lê serdest in de ye. Piştî qonaxên nêçîrvan-komker, çandinî, endustrî û zanyariyê, qonaxa 5’emîn jî weke ‘Civak 5.0’ tê binavkirin. Bi navê din ‘Civaka biaqilê super’.  Ji robotên ku mala belavbûyî paqij û berhev dikin heta yên ku baran û berfê texmîn dikin, gelek cureyên cuda yên teknolojiyê êdî di jiyana me de ne.

 

Jiyana hevpar a bi hişmendiya çêkirî re

Pisporên karê teknolojiyê, akademîsyen û di hêla robotên ku bi hişmendiya çêkirî hatine amadekirin û makîneyan de xwedî nêrînên cuda ne. Li hêlekê pisporên mijarê dibêjin metirsiyeke robotên ku bi hişmendiya çêkirî hatine çêkirin, nîne. Lê li gorî nêrîna din jî pispor dibêjin ku robot bêqisûr nînin û ne pêkan e biqasî mirovan bikaribin têkiliyan deynin. Nêrîneke cuda jî ew e ku; ger têkiliya mirov û robotan zêde bibe, dikare ji hêla mirovan ve bêhtir bên qebûlkirin. Li gorî hinek nêrînan jî di pêşerojê de pergalên wek hişmendiya çêkirî dikarin bi hevkariya mirovan re ‘hişmendiya super a sîmbiyotîk’ biafirînin. (Dawî)

Dikarî Biecibînî