Li Helebçeyê ciwanan dest bi çandina şitlan kir

Li parêzgeha Helebçeyê ciwanên xwebeş dest bi kampanyaya çandina şitlên daran kirin

Li parêzgeha Helebçeyê ciwanên xwebexş bi armanca ku jîngeha xwe biparêzin û şîn bikin, dest bi kampanyaya çandina daran kirin û dê ciwanan bi hezaran şiltên darên weke zeytûn, fistiq û çaman biçînin. Kampanya bi navê helbesta Şêrko Bêkes ‘Derbendî Pepûle’ hat destpêkirin.

Seroka Şaredariya Helebçeyê Kiwêstan Mihemed ji ber kampanyayê spasiya ciwanan kir û wiha got: “Piştî kîmyebarana Helebçeyê ya sala 1988’an me karî qonax bi qonax rêjeya şînkahiyê zêde bikin. Lê hîn ev rêje ne bi dilê me ye. Rêjeya şînahiyê zêdetir ji sedî 13 ye. Lê li gorî standarta cîhanê divê ji sedi 15 be.” HELEBÇE

Dikarî Biecibînî