Li Hollandayê nêzî 20 hezar çûk mirî hatin dîtin

Navenda Nûçeyan

Li Hollandayê piştî qezaya konteyniran û belavbûna madeyên kîmyewî nêzî 20 hezar çûkên behrê mirî hatin dîtin. Ji bo hînbûna sedama mirina çûkan dê li ser 100 çûkan otopsî bê kirin

Çend hefteyên dawîn li qeraxên Hollandayê nêzî 20 hezar cureyên qeqlîbaz mirî hatin dîtin. Piştî mirina cureyên qeqlîbazan mirovên zanyar hewl didin sedema vê yekê fêm bikin. Hat diyarkirin ku hemû çûkên mirine gelek zeîf bûne û tê diyarkirin di meha çileyê de li bakurê Hollandayê 345 konteynir ji ber bahozê ji keştiyeke barê ketibûn behrê û dibe ku mirina çûkan girêdayî vê bûyerê be.

Ji Zanîngeha Wageningenê Mardik Leopol ku bûyerê lêkolîn dike, diyar kir ku agahiyeke teqez nîne lê ew jî li ser heman îhtîmalê disekinin û got ku dibe kîmyasalên ku ji konteyneran belav bûne jî bibû be sedema mirina çûkên behrê. Leopol destnîşan kir ku her çiqas mirina çûkên behrê piştî qezaya konteyneran pêk hatibin jî ew îhtîmalên din jî li ber çavan digirin.

Tê payîn dibe ku çûk ji ber şertên dijwar ên zivistanê xwarin nedîtibin û mirinin lê li gorî hin nêrînan jî dibe çûkên behrê plastîkên ku li nav behrê belav bûne xwaribin ango ji rûnên palmiye û parafîn ku li behrê belav bûne, bi bandor bûbin.

Her wiha ji bo hînbûna sedama mirina çûkan dê li ser 100 çûkan otopsî bê kirin.

Dikarî Biecibînî