Ciwanên ewropî ji bo avhewayê li qadan e

Navenda Nûçeyan

Piştî Belçîka û Swîsreyê ciwanên Hollandayê jî ji bo avhewayî daketin qadan

Çalakiyên ciwanên ewropî yên ji bo parastina avhewayê zêde dibin. Piştî Belçîka û Swîsreyê, li Hollandayê jî bi hezaran ciwan ji bo avhewayê meşiyan.

Bi hezaran xwendekaran roja pencşemê ders boykot kirin û li bajarê Den Haag ê Hollandayê daketin qadan. Ciwanan dowîzên bi nivîsa ‘Em gerstêrka xwe mezintir bikin’, ‘Bi hev şa bibin, karbondîoksîtê nekin’ hildan û bang li siyasetmedaran kirin ku bikevin nav liv û tevgerê.

Hin dibistanan destûr dan ku xwedekar tev li çalakiyê bibin, li gelek dibistanan jî xwedekar tev li dersan nebûn û meşiyan.

Ji ber ku meşa destpêkê serketî bû, organîzatoran bang li ciwanan kirin ku hefteya bê roja pêncşemê careke din dakevin kolanan.

Li Hollandayê piştî têkoşîna hiqûqî ya rêxistinên civaka sivîl, dadgeriyê meha cotmehê ferman dabû hikûmetê ku emîsyona gaza serayê heta sala 2020’an herî kêm bi rêjeya ji sedî 25 kêm bike. Hikûmetê nerazîbûn nîşanî biryarê da.

Dikarî Biecibînî