Berfê rêya 104 gundên Dêrsimê girt

Li gelek navçeyên Dêrsimê di 3 rojên dawî de ji ber berfa zêde rêya 104 gundan hat girtin

Li Dêrsimê 3 roj in berf dibare. Ji ber berfa zêde li navçeyên Qislê, Xozat, Pîlemûriye û Pilûrê li hin cihan heta 3 metreya berf ket. Li tevahiya bajar û navçeyan ji ber berfa zêde rêya 104 gundan hat girtin. Yekîneyên rêyên bejayî û Îdareya Bajar a Taybet jî ji bo rêyan vekin, dixebitin. DÊRSIM  

Dikarî Biecibînî