Hêlînek ji Bîzonan re

Li seranserê dinyayê nexasim li welatên rojavayî Parkên Neteweyî yan jî Parkên Xwezayî ji bo parastina cureyên nebat û heywanan û parastina xwezaya heyî bi pirrengiya xwe tên çêkirin.

Ya rastî encam jî bi pirranî li gorî vê armancê ye, ji ber wê jî li van parkan gelek cureyên bi namanê re rûbirû karîn bên parastin, yan jî ji tehlûkeyê bên xilaskirin. Yeka herî serketî ya ji van parkan jî Yellowstone National Park a li DYA´yê ye. ew di heman demê de kevintirîn Parka Xwezayî ya li dinyayê ye. Li vê erda ku lê li dinyayê herî zêde erdhej pêk tên (salê hezar ta 30 hezar) hejmareke herî zêde ya sewalên guhandar heye. Herçî Bîzon in jî ku yek ji sembolên bakurê Amerîkayê ne, piştî ku hema hema hatin ber tinekirinê, li vê parkê ji xwe re beheşteke ewle peyde kirine. Ev dîmenê ku malpera parkê par ve dike jî nîşana wê ye. WYOMING

Dikarî Biecibînî