Îksîra jiyana ebedî: Çaya Kombu

Navenda Nûçeyan

Çaya Kombu ya bi saya madeyên antîoksîdan li hember gelek nexweşiyan diparêze, por zindî dike, çerm xweşik dike, birînan baş dike û ji bo depresyonê jî baş e.

Çaya Kombu ku ji kuvarka bi navê ‘Kombucha’ tê çêkirin, beriya bi hezar salan li Asyaya Rojhilat hatiye çêkirin û bi navê ‘îksîra jiyana ebedî’ jî tê pênasekirin. Çay bi kuvarka di çayê de hildibere ava dibe. Kuvark di çaya bi şekir de di nava demê de hildibere û li ser çayê belav dibe.

Tenduristiya roviyan diparêze. Ji ber madeyên antîoksîdan, probiyotîk, asîtên amîno pergala hemlê rehet dike. Di alî bakteriyên probiyotîk de dewlemend e. Pêşî li qelsbûn û emel digire. Bakteriyên bi zirar tune dike. Di alî asetîk asîtê de dewlemend e. Bakteriyên dibin sedema enfeksyonê tune dike. Ji bo pişik û kezebê baş e. Tenduristî û nexweşiya dil diparêze û kolestrolê kontrol dike.

Ji bo pençêra pêsîrê baş e

Wek çaya kes baş e. Ger bi rêk û pêk bê vexwarin, ji bo kontrola şekirê xwînê, şewitandina rûnê, prostat, pençeşêra kolon û pêsîrê baş e. Ji bo êşa hestiyan jî gelek baş e. Kezebê ji madeyên toksîk diparêze.

Mîdeyê diparêze. Pêşî li gastrîk û ulserê digire. Ji bo çerm baş e, por zindî dike. Vîtamîna B12 dihewîne û ji bo deperasyonê baş e.

Çêkirina çaya kombu

3 lître av bikelînin. Piştî wê bi qedeha avê qedehek û nîv şekir bikin nav. 5 deqeyan bi vî awayî bikelînin. Ji agir bigirin. Çaya poşet têxin. 15 deqeyan bila dema xwe bigire. Piştî vê poşetên çayê derxînin û bila germa wê hinek bikeve. Kuvarkê bişon. Avê têxin tasek cam. Kuvarkê bixên û bi destmalekê ser bigirin. 8 rojan bidin sekinandin. Di dawiya 8 rojan de bi kar bînin. Beriya taştê nîv saet berê hûn dikarin vexwin.

Dikarî Biecibînî