Cureyek nû yê mirovan hat kişfkirin

Navenda Nûçeyan

Lêkolîneran ragihandin ku li Fîlîpînan li girava Luzonê cureyek din a mirovan kişf kirine. Celebê ku bi Homo Luzonensîs hat binavkirin, beriya bi 50 hezar salî jiya ye

Bi kişfeke nû re malbata mirovokiyan berfirehtir bû. Lêkolîneran bi daxuyaniyekê ya roja çarşemê ragihandin ku wan li Fîlîpînan li girava Luzonê celebekî nû yê mirovan kişf kirine ku beriya bi 50 hezar salî dijiya. Ev kişf diçe serdema pêşî ya Kuaternerê ku Pleîstosena jorîn e. Serdema navborî bi vegera qeşayan û berbelavbûna celebê Homo ya li Avrasyayê tê karekterîzekirin.

Bermayên fosîlan li şikefta Calloa hatin dîtin. Diranên li bermayan, hestiyên tiliyên piyan ên destan û hestiyên ranan hatin analîzkirin. Li gorî vê hestî yek jê yê zarokan ê sê takekesan e. Zanyaran gotin ev yê celebekî nû yê mirovan in û navê Homo Luzenensîs lê kirin.

Zanyar bi kişfê re dibêjin ku peresana mirovan ne mîna xetekê rast e, tevlihevtir e.

Dikarî Biecibînî