Li Mezopotamyayê dîmenên bûkikan

Piştî barana zêde ya li herêmê barî, şênkatiya herî dewlemend a Mezopotamyayê derket holê û xweza bi rengên gul û giya xemilî

Piştî bîst salan barana zêde ya li Mezopotamyayê bariyî, gul û kûlîlkên mizgîniya biharê didin xweza bi rengên xwe yên cuda xemilandin. Di serî de li herêmên bilind  û çiyayê Sason ên Êlihê, li gelek herêman, befr hêdî hêdî dihele û li herêmên jêrtir jî, rengên biharê yên xwezayê xemildane hêjiya dîtinê ye.

Yek ji cihên gulebûkên (bûkik) temen kurt û di bayek herî biçûk de, pelên wê jê diweşin ên lê şîn dibin, rêya Heskîfê ya dikeve navbera Êlih û Mêrdînê ye.

Li ser rêya gundê Meymûniyê ya ji Êlihê diçe Heskîfê, bi gul û kulîlkên zer, zor û şîn re gulebûk jî şahiyeke dîtbarî pêşkêşî xwezayê dike. Ji derveyî Heskîfê, li gundê Keverzo ya Êlihê jî baxçeyên nîsk û fistiqan jî bi heman dîmenan xwe nîşan didin.

Yek ji cihên ku herî zêde gulebûk lê şîn dibin, qada bîrên petrole ya li Êlihê ye. Ji ber barîna zêde ya baranê ya îsal gul û kulîlk jî zêde bûn. Bi vê yekê re şênkatiya herî dewlemend a Mezopotamyayê xweza bi rengên gul û giya xemilandin.

Gelek welatiyên li ser rêya di navbera Mîdyat, Heskîf û Êlihê rêwiyetê dikin, dema rastî vê şahiya dîtbar tên, wesayîtên xwe radiwestînin û wênayan dikişînin.  ÊLIH

 

Dikarî Biecibînî