Anne Frank her tim 16 salî ye…

Anne Frank a yek ji kesên navdar a Qirkirina Yahudî û Duyemîn Şerê Cîhanê de dema mir 16 salî bû. Anne ku xwedî rojnîvîska herî bi bandor a wek belgeyekê bû, di 12’yê Hezîrana 1929’an de hat dinê. Îro 90’emîn rojbûna Anne ye lê Anne her tim 16 salî ye.

Anne Frank ku navê wê yê rast Annelîese Marîe Frank e, yek ji zarokên yahudî yên li Holokostê jiyana xwe ji dest daye. Di Şerê Cîhana Duyemîn de Adolf Hîtler li naziya alman li dijî yahudiyan qirkirin pêk anîn. Mirovan kirin kole, li kampan bi cih kirin û 6 milyon kes jiyana xwe ji dest dan. Anne Frank a bû sembola zarokên jiyana xwe ji dest dan, rojnivîskek bi bandor li pey xwe hişt. Piştî şer rojnivîsk bi gelek zimanî hat weşandin û li hemû cîhanê li gelek dibistanan ket mufredatê.

Piştî dagirkirinê koçî Amsterdamê kirin

Di 1933’yan de piştî nazî li Almanyayê bûn desthildatdar malbata wê koçî Amsterdamê kir. Malbata wê li wir şîrketa ku rîçal çêdike a Opekta ava kir. Almanan di 1940’î de Amsterdam dagir kir û Holanda jî hat dagirkirin. Yahudiyên wir jî wek ên Almanyayê hatin binpêkirin. Anne bi xwişka xwe Margot re li dibistanek yahudî dest bi perwerdeyê kir.

Yekem dîroka ku dest bi nivîsê kir: 14’ê Hezîrana 1942’an

Ji ber zextên nazî yên li Hollandayê malbatê keçên xwe veşartin. Di 13 saliya xwe de dest bi rojnivîska xwe kir. Yekem nîvîsandina xwe di 14’ê Hezîrana 1942’yan de nivîsî. Kaxizek ji xwişka wê Otto re hat ku biçe kampa komkirinê ya Almanyayê. Ji ber vê malbatê ew veşartin û heta 4’ê Tebaxa 1944’an ev berdewam kir.

Anne xaniyê ku xwe tê de vedişartin wek ‘odeya veşarî’ bi nav kir û di nava demê de malbatên ku hatin wir jî di rojnivîska xwe de nivîsî. Anne dixwest bibe nivîskar û rojnameger. Anne her çû xwe di nivîsandina rojnivîskê de pêş xist û di pêvajoya ku xwe veşart de fransî jî fêr bû.

Bi ser ‘Odeya veşarî de’ girtin

Di 4’ê Tebaxa 1944’an de naziyan bi ser Odeyên Veşarî de hat girtin û yên xwe veşartibûn hatin girtin û birin Kampa Komkirinê ya Westerborkê. Di 3’yê îlona 1944’an de jî birin kampa îmhakirinê Auschwîtz e. Anne û xwişka wê Margot ji ber ciwan bûn ji bo xebatê hatin hilbijartin û di meha cotmehê de birin kampa Bergen-Belsen a bakurê Almanyayê.

Ji ber tîfusê jiyana xwe ji dest da

Li wê kampê nexweşiya tîfusê dest pê kir û bû sedema mirina 17 hezar kesî. Anne û xwişka wê Margot di Adara 1945’an de, çend hefte beriya ku yekîneyên îngîlîz kampê azad bikin jiyana xwe ji dest dan. Dayika wan jî di Çileyê 1945’an de li Auschwîtz jiyana xwe ji dest da.

Rojnivîska Anne, bi navê ‘Rojnivîska Anne Frank’ hat çapkirin. Xaniyê ku tê de xwe veşartibû jî veguhertin muzeyê. Rojnivîska Anne ku di 1947’an de hat çapkirin ewil 150 hezar hat çapkirin û ji 60’î zêdetir li zimanan hat wergerandin. Pirtûka wê bû mijara şanoyan jî.

Nîşandana herî xweş a cîhana hundir a Anne Frank

Ev hevokên nivîsa wê ya rojnivîskê “Di demên wisa de jiyan zehmet e. Hêvî, xeyal û hedefên mirovan ji ber rastiyên jiyanê yên çavsor parçe dibin… Ne pêkan e ez jiyana xwe li ser kaos, êş, mirinê ava bikim. Ez dibînim ku cîhan her diçe hov dibe; Wê rojekê me jî tune bike, ez dengê vê dibihîzim; ez êşkişandina milyonan kesî hîs dikim” cîhana dilê Anne Frank baş nîşan dide.

Çavkanî: JINNEWS

Dikarî Biecibînî