Ne hût e û ne kerkedan

Piştî 30 salan, li Danîmarkayê vê mehê di kovara Scientific Reports (Raporên Zanistî) de, lêkolîneran piştrast kir ku ji cot bûna balînayeke mê û kerkedanekî deryayî yê nêr çêbûye

Li dinyayê gelek cureyên hîbrîd ên heywanan peyde dibin. Lê di navbera kerkedanê deryayê û hûtê spî (balînayê spî) de cureyekî hîbrîd nayê zanîn. Yan jî em bibêjin, nedihate zanîn. Beriya bi 30 salan kesekî ji qewmê Înûwît ên li rojavayê Gronlandê ku bi nêçîra balînayan debara xwe dikin, cureyekî ecêb ê balînayan kuştibû. Wî nêçîra 3 heywanan kir ku bi hev re bûn di deryayê de.

Ev her sê jî tevî ku balîna bûn, ecêb xuya dikirin. Serê wan mîna balînayên spî bû, lê dûvê wî mîna yê kerkedanê deryayê bû. Ew qasî ecêb bû ev heywan ku nêçirvanî serê qoqê yekî ji wan li cem xwe mihafeze kir.

Niha pişt bi 30 salan, li Danîmarkayê vê mehê di kovara Scientific Reports (Raporên Zanistî) de, lêkolîneran piştrast kir ku ev cureyê hanê bi rastî jî ji cot bûna balînayeke mê û kerkedanekî deryayî yê nêr çêbûye. Hersê jî ji heman cureyî bûne, yek jê, piştî ku nêçîrvan derb lê xitsiye noqî avê bûye, herduyên din jî nekarîne xwe ji nêçîrvan xilas bikin. Ji wan jî qoqê serê yekî maye ku lêkolîneran nimûneya DNA jê girtiye ji bo vê lêkolîna li jor me behsa wê kir. Bi qasî tê zanîn ji wan her sê mînakan pê ve ti mînakên hîbrîd ên bi vî awayî ji balîna û kerkedanên deryayê wekî din nayên zanîn. KOPENHAGEN

Dikarî Biecibînî