Xirbeyên Marînê nayên parastin

Xirbeyên Marînê yên dîrokî yên li Nisêbînê ye û bi salan li ser pêyan maye, niha terkî qedera xwe hatine kirin

Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi berhemên xwe yên dîrokî balê dikşîne û gelek kesên ji derveyî bajêr diçin serdanê. Ji van berheman yek jê Xirbeyên Marînê ne. Xirbeyên Marînê li gundê Nisêbînê yê bi navê Marînê ye. Lê Xirbeyên Marînê yên dîrokî ku bi salan li ser pêyan  maye, niha terkî qedera xwe hatine kirin.

Li xirbeyan bermahiyên ji serdema Roma û Bîzansê hene. Gelek berhem ji ber ku lê nayê nêrîn di bin axê û gihayê de mane. Ev xirbenê dîrokî gelek caran ji bo axurê ajalan tê bikaranînin. Gundiyan diyar kirin ku ew dixwazin xirbeyên dîrokî bên parastin û ger lêkolîn bê kirin dikare tiştên nû li van xirbeyan derkevin.

Di salên 90’î de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin

Vî gundî ji dîrokê heta niha gelek şer dîtiye û gelek şaristaniya di nav xwe de dihewîne. Tîmur dema ku hatiye Cizîrê bi dest bixe welatiyên gund li hember derketiye û Tîmûr hemû li ber şûr derbas kirine. Li vî gundî her dem operasyonên leşkerî tên kirin. Di salên 90’î de ji ber ku cerdevanî li gundiyan hat ferzkirin gelek gundî koçber bûne. Ev gund di heman demê de hat şewitandin.

Ji gelek şaristaniyê re malovantî kiriye

Dîroka xirbeyan wiha ye: “15 kilometreyan li rojhilatê bakurê Nisêbînê ye. Marîna ku Asuriyan navê Merdis û Komukan jî navê Mariisê lê kiriye ji bajarê herî mezin û kevnar ê Mezopotamyayê ye. Li nava xirbeyan gelek bermahiyên dêran ên Roma, Bizans û Suryaniyan hene. Kela li rojavayê bajêr di derbarê rabirdûya Marînê de gelek agahiyan dide. Li kuçeya jor a bajêr şikeft û goristan hene.

Ji ber robar tunebû ye li her malekê bîrek avê hebûye. Tê gotin ku dema Tîmûr hatiye Cizîrê bi dest bixe gelek kes ji şûran hatiye derbaskirin û loma Marîn êdî geş nebûye.” MÊRDÎN

Dikarî Biecibînî