Ji bo cotkarên Rojava kampanya

Navenda Nûçeyan

Ji bo cotkarên Rojava û bakurê Sûriyeyê yên ku zeviyên wan hatin şewitandin, ‘Make Rojava Green Again (Rojava ji nû ve şîn bike)’ dest bi kampanya alîkariyê kir

Çeteyên ku bi êrîşan nikarin Şoreşa Rojava û bakurê Sûriyeyê têk bibin, demeke êrîşî çavkaniya debarê ya gel dikin. Ji Qamişloyê heta Dêrikê, ji Hesekê heta Dêrazorê, ji Reqqayê heta Minbicê li qadeke berfireh zeviyên ceh û genim ên cotkaran ji meha hezîranê ve ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tên şewitandin.

Rayedarên herêmê diyar kirin ku herî kêm 40 hezar hektar zeviyên çandiniyê bi êrîşên plankirî hatine şewitandin û derdora 33 milyon dolarî zirar li cotkaran bûye.

Ji bo cotkarên ku zeviyên wan zirar dîtine li Ewropayê kampanyaya alîkariyê dest pê kir. ‘Make Rojava Green Again (Rojava ji nû ve şîn bike)’ û Heyva Sor dest bi kampanyaya bi navê ‘Jinûve afirandina ji nava xweliyên xwe’ kirin.

‘Make Rojava Green Again’ tevî çandina daran û şînkirina qadan li Rojava, her wiha ji bo kooperatîfên ekolojîk jî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê xebitî.

Amadekarên kampanyayê bi rêya ‘Crowdfunding’ a li înternetê alîkariyê ji bo cotkarên li rojavayê Kurdistanê kom dikin ku kampanya wê mehekê dom bike.

Dikarî Biecibînî