Cureyekî din a dînozoran hat kişfkirin

Navenda Nûçeyan

Li Japonyayê fosîla cureyeke din a dînozoran hat kişfkirin

Li japonyayê fosîla cureyek din a dînozoran hat kişfkirin. Hat ragindin ku temenê cureyê fosîla ku hatiye dîtin 72 milyon sal e. Bejna vê dînozorê ku li ser axa Japonyayê hat dîtin 8 metre ye. Dînozora ku hat dîtin di kategoriya cureya dînozorên giyaxwarin û zanyaran  navê Kamuysaurus Japonicus lê kirin.

Li gorî nûçeya ,Thejapan Timesê koma berpirsyarê Zanîngeha Hokkaido qaqûtê dînozorê ku bi yekparçe hatiye dîtin û cureyekî giyaxwarê nû ye wek Hadrozor nîşan dan.

Navê Kamuysaurus Japonicusê tê wateya ‘Xwedayê ejderhayê japonî’. Ev cureyê dînozor 8 metre ye û 72 milyon sal berê jiyaye, giraniya wî nêzî 5.3 ton e.

Dikarî Biecibînî