Yekemîn berhemên Girê Kêçleyê derketin ser rûyê erdê

Navenda Nûçeyan

Şûnwarnasên Zanîngeha Stenbolê  di 1’ê îlonê de dest bi kolandina Girê Kêçleyê kirin. Li gorî agahiyên ku di dema kolandinê de hatin bidestxistin, dibe ku Girê Kêçleyê ji Xerawreşkayê jî hîn kevintir be

Şûnwarnasên Zanîngeha Stenbolê di 1’ê îlonê de dest bi kolandina Girê Kêçleyê ya li bajarê Rihayê kir. Li qada kolandina Girê Kêçleyê ku wek Xerawreşka duyamîn tê pênaserkirin, bi texmînî nêzî 250 kêlên bi tîpa T hene. Berhemên yekemîn wekî çanda ya beriya neolîtîkê (civaka komkeran – neçirvan) ye. Xuyanekên Girê Kêçle yê yekemîn bi pêşengiya şûnwarnas Necmî Karol û erdkolînerên Zanîngeha Stenbolê re derketin holê, bi kismî be jî şopên çanda bicihbûyînê jî di nav xwe de dihewîne.

Serokê erdkolanê yê Girê Kêçleyê Prof. Dr. Necmî Karul têkildarî mijarê wiha got: “Hêj me nû dest bi kolandina Girê Kêçleyê kir lê wisa tê xuyakirin ku ji 250 kêlan zêdetir kêl hene. Di baregehên wê heyamê de; 12 kêl li derdorê, 2 heb jî li navendê bi tevahî 14 heb kêlên ku wekî baregehên taybet  nîşan didin, hene. Dema hesabeke wisa bê kirin, em dibînin ku li rûxalî erdê kêlên ku xuya dikin nêzî 30 baregeh in. Bêguman ev baregehên ku yê li ser rûyê erdê xuya dikin nîşanî me didin ku di bin erdê de jî ev baregeh hene.”

Her wiha Karul di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Jixwe em dizanin ku heyama Xerawreşkê tenê ji şeklê kevirên ‘T’yê pêk nayên.  Nêzî 700 – 800 salî wekî baregeheke jiyanî hatine xebitandin. Wekî Xerawreşkê Girê Kêçleyê jî nêzi 700 – 800 bûye baregeha jiyanî û dibe ku bibe xwediyê  demeke hêj dirêjtir jî. Dê di demên pêş de kolandina gir vê yekê nîşanî me bide. Lê em dikarin bêjin ku Girê Kêçleyê û Xerawreşkê ji aliyê dîrokê ve xwediyê heman demî ne. Û ev jî tê vê wateyê ku beriya 11 hezar û 500 sal berê mirovahî li vir çanda jiyanê ava kirine.”

Dikarî Biecibînî