Ji bo bajarên bêtirimpêl bisîqlet ajotin

Koma Jinên Xemilandî, di çarçoveya ‘Roja Bajarên Bêtirimpêl a Cîhanê’ de, li Wanê bi bisîqletan tûr avêtin û xwestin hestiyariyê ava bikin

Koma Jinên Xemilandî, di çarçoveya “Roja Bajarên Bêtirimpêl a Cîhanê” de li Wanê bi bisîqletan tûr avêtin. Jin, bi armanca hestiyariyê ava bikin û bikaranîna bisîqletan zêde bibe, li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter hatin li hev kom bûn. Jinên ku bisîqletên xwe bi nepûx û çîçekan xemilandi bûn, pankarta ‘Ne bi benzînê bi xelayan diçe’ bi bisîqletên xwe ve kirin. Jinan ji Parka Aştiyê ya Mûsa Anter, heya Keleha Wanê nêzî 6 kîlometre tûr avêtin û dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin.

Welatiyên derdorê bi lêxistina çepik û berzkirina tilîliyan piştgirî dan çalakiya jinan. Jinên gihiştin kelehê, li erbanê xistin, stran gotin û govend gerandin.

Zeynep Sezîn Demîrli Çakmaka derbarê çalakiyê de axivî û wiha  got: “Ji sala 2013’yan ve, tûra bisîqletê ya Jinên Xemilandî dewam dike. Me jî tûra xwe li Wanê organîze kir. Bi vê em armanc dikin ku hestiyariyê ava bikin û bikaranîna bisîqletan zêde bibe. Li 115 cihên tevahiya cîhanê ev tûr tê lidarxistin.” WAN

Dikarî Biecibînî