Pêwendiya rîska demansê bi hormona ostrojenê heye

Navenda Nûçeyan

Tê gotin ku pêwendiya nexweşiya demansê bi hormona ostrojenê heye ku li cîhanê 50 milyon kes bi vê nexweşiyê ketine

Du ji sê parên nexweşiya demansê (xurifînê) ku 50 milyon kes pê ye, ji bûyerên Alzheimer e. Li gorî lêkolînên beriya niha du ji sê parên nexweşiyan bi jinan re rû didan.

Di lêkolînekê de aşkera bû ku temenê destpêkirina reglê ya jinan û temenê destpêkirina menopozê yekser pêwendiya xwe bi demansê heye. Di çarçoveya lêkolîna saziya tenduristiyê Kaiser Permanente ya li Kalîforniyayê de, daneyên tenduristiyê yên 6 hezar jinan hatin lêkolîn.

Ji jinên tev li lêkolînê bûn û ji sedî 42 ji wan piştre bi nexweşiya demansê ketin, temenê wan ê destpêkirina adetê bi giranî 13 bû, temenê wan ê menopozê jî 45 salî bû. Hate ragihandin ku malzaroka ji sedî 34 jinên ku beşdarî lêkolînê bûne bi emeliyatê ji wan hatiye girtin.

Li gorî lêkolînê jinên ku di 16 salî ya xwe de regl bûne an jî mezintir reglê wan destpê kiriye li gorî jinên ku di 13 salî de adeta wan dest pê kir bi rêjeya ji sedî 23 hîn bêhtir bi rîsk e ku bi nexweşiya demansê bikevin. Di heman demê de rîska jinên ku beriya 47 salî ketine menopozê li gorî yên derengtir dikevin menopozê bi rêjeya ji sedî 19 zêdetir e. Jinên ku malzaroka wan bi emeliyatê ji wan hatiye wergirtin rîska bi wê nexweşiyê bikeve bi rêjeya ji sedî 8’ê yên jinên din zêdetir e.

Ji pisporên ku lêkolîn bi rê ve bir Paolo Gîlsanz diyar kir ku kêmbûna hilberîna hormona ostrojen ku di dema reglê de jin hildiberînin, yekser pêwendiya xwe bi rîska demansê re heye. Gîlsanz bi bîr xist ku hilberîna ostrojenê di dema ducaniyê de, di bikaranîna dermanên astengkirina ducantiyê de, di tedawiyên hormonê de dikarin kêm bibin. Gîlsanz destnîşan kir ku ji bo ew tespît bikin ku ev yek di kîjan astê de bandorê li rîska demansê dike divê ew hîn bêhtir lêkolînan bikin.

Ji sedî 60 heta 70’ê yê nexweşên demansê nexweşên Alzheimer in. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya Neteweyên Yekbûyî, hejmara nexweşên demansê dê heta sala 2050’î bigihêje 150 milyon kesî.

Dikarî Biecibînî