Nexweşên sedefê bi bayê sedefê re jî têdikoşin

Navenda Nûçeyan

Bayê sedefê yanî ‘psorîatîk artrît’ ku bandorê ji 5’an yek, li nexweşên sedefê dike, yek ji cureyê ba ku bandorê li ser hemû movîkên bedenê dike ye

Nexweşiya bayê sedefê ku bi nexweşên sedefê re tê dîtin, di her temenî de dikare derkeve û bi taybet bi kesên temenê wan di navbera 40-50’yî de zêdetir tê dîtin. Yek ji sedema nexweşiya bayê sedefê, bêpergaliya pergala xweparastinê ye. Tê gotin ku aliyekî vê yê nexweşiyê mayîndebûyî ye û ji 3 nexweşan yek ji bi malbata wan re nexweşiya sedef an jî bayê sedefê heye.

Li Tirkiyeyê ji sedî 1-2 nexweşiya sedefê heye. Endama Hîndekariya Beşa Romatolojî ya Beşa Zanista Nexweşiyên Hundir a Fakulteya Tip a Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Umut Kalyoncu bi wesîleya 28’ê îlonê Roja Hişmendîkirina Psorîatîk Artrîd der barê nexweşiyê de axivî û ev agahî dan: “Movikên tiliyên destan, zenda destan, tiliyên lingan, kulîmk, gong, yanî bi kurtasî hemû movik bi bandor dibin. Ligel movîkan li cihên ku tendon digihêjin hestî jî kêm çêdibe. Tendona aşîl a herî mezin e jî her tim bi bandor dibe. Nîşaneya sereke jî êşa paniyan e.”

Kalyoncu diyar kir ku ji sedî 10 komek nexweşên sedefe beriya ku nÎşaneyên nexweşiyê bê dîtin, nîşaneyên di movikan de tên dîtin û wiha domand: “Divê sedef û bayê sedefê wek parçeyên heman nexweşiyê bên nirxandin. Yanî her êşa movikê jî ne Psorîatîk artrît e. Lê di her rewşê de ger ev gilî hebin, divê biçin gel doktor.”

‘Divê nexweşî bê kontrolkirin û şopandin’

Di axaftina xwe de Kalyoncu destnîşan kir ku di nexweşiyên romantîzmal de dermankirin, di serê rêbazên teşhîskirinê de tê û wiha pêde çû: “Nexweşên Psorîatîk Artrît, testên xwîna wan bi giştî negatîf e. Divê ev nexweş ji aliyê doktorên ba û çerm ve bên kontrolkirin û şopandin. Dermankirina nexweşiyê pêkan e. Bi dermankirinê kêma di movikan de dikare bikeve bin kontrolê.”

Ji bo vê nexweşiyê kom avakirine

Her wiha Kalyoncu anî ziman ku komên ku li ser dermankirna nexweşiya bayê sedefê xebatan dimeşînin hene û got ku di 2014’an de bi pêşengiya Beşa Nexweşiyên Hundir a Hacettepeyê û Beşa Romatolojiyê re bi tevlibûna 30 navendên romatolojiyan komek xebatê avakirine û her wiha da zanîn ku ev kom li ser bandorên nexweşiyê, taybetiyên nexweşiyê, dermankirin û bersiva ji bo dermankirina tê dayîn, dixebitin.

Dikarî Biecibînî