Dêra Mûşetê bûye cih û warê defînegeran

Li Mûşê Dêra Mûşetê ku piraniya dîwarên wê hilweşiyane û banê wê rûxiyaye, tevî ji aliyê Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr wek qada sîtê hatiye ragihandin jî nayê parastin û niha bûye cih û warê defînegeran

Li Mûşê Dêra Meryem Ana (Mûşet) a li Taxa Kaleyê hindik maye hilweşe. Dêr heta sala 1958’an jî milkê cemaweriyê bû lê belê piştî Îdareya Taybet a Bajêr di sala 1958’an de erdê xwe yê li wir firotiye malbata Soylemez, dêr jî bûye milkê vê malbata navbirî.

Ji ber bêxwedîtiyê piraniya dîwarên dêrê hilweşiyane û banê wê jî rûxiyaye. Di malpera înternetê ya Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Mûşê de dêr di nav qada sîtê de dixuyê, lê belê ji ber bêxwedîtiyê û neparastinê niha bûye cih û warê defînegeran.

Di 21’ê cotmeha 2012’yan de Taxa Kale wekî qada veguherandina bajêr hat îlankirin. Di nav vê qadê de Dêra Mûşetê jî heye.

Li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya 1’emîn a Mûşê doz hat vekirin û hat xwestin ku li vê taxê avahiyên mayînde bên çêkirin. Di nav vê qadê de dêr jî heye. Lê belê dadgehê biryar girt ku divê bi tu awayî kes dest nede dêrê. MÛŞ

Dikarî Biecibînî