Rêveberiya Xweser roja rojbûna pêxember Mihemed weke betlaneya fermî ragihand

Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya rojbûna pêxember Mihemed 9’ê mijdarê weke betlaneya fermî ragihand

Bi boneya rojbûna pêxemberê dînê îslamê Mihemed, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameya hejmara 24’an derxist. Li gorî biryarê, roja şemiyê ango 9’ê mijdarê weke betlaneyeke fermî ji tevahiya sazî û komîteyên girêdayî wê re ragihand.

Di biryarnameyê de wiha tê gotin: “Bi boneya rojbûna pêxemeber Mihemed, ji bilî saziyên ku pêwîstî bi karê rojane heye tevahiya saziyên fermî yên giştî roja şemiyê ango di 9’ê mijdarê de dikevin batlaneyê.”

Dikarî Biecibînî