Li Hewlêrê mîhrîcana berhemên xwemalî

Li Hewlêrê bi armanca girîngdayîna berhemên xwemalî li Hewlêrê mîhrîcan hate lidarxistin. Komîteya amadekar a mîhrîcanê diyar kir ku armanca wan ew e ku bi vê mîhrîcanî berhemên xwemalî bidin nasandin û hîn zêdetir giringî bi berhemên xwemalî were dayîne

Li Hewlêrê bi armanca girîngdana bi berhemên xwemalî û astengkirina berhemên ji derveyî welat mîhrîcana berhemên xwemalî hate lidarxistin. Di mîhrîcanê de gelek berhemên çandinî hatin nîşandan û welatî eleqeyek zêde nîşanî mîhrîcanê dan.

Rêveberê mîhrîcanê Luqman Fayeq têkildarî armanca vekirina mîhrîcanê ji ajansa RojNews’ê re axivî û wiha got: “Armanca vekirina vê mîhrîcanê nîşandana berhemê xwemalî yê çandiniyê ye. Armanc ew e ku em ji aliyên peywendîdar, hikûmet û wezareta çandiniyê re ragihînin ku cotyarên Herêma Kurdistanê xwedî berhemek baş ê çandiniyê ne.”

Fayeq da zanîn ku armanca wan ji vekirina mîhrîcanê ne pere bidestxin e, tenê armanca wan ew e ku xizmetek ji bo cotyaran bikin û ev tişt anî ziman: “Armanca me ew e ku aliyên peywendîdar werin berhemê xwemalî yê welatê xwe bibînin, ji bo rê li pêşiya hatina berhemên ji derve bigirin.Her wiha ji bo planek ji bo cotyarên herêmê deynin  ku ew bikaribin berhemên xwe bişînin derveyî Herêma Kurdistanê jî.” HEWLÊR

This slideshow requires JavaScript.

Dikarî Biecibînî