Hilberîna 32 cureyên penêrê jin çêkirin

Li Tirkiyeyê penêrê Gravyer tenê li gundê Bogatepeyê ya Qersê tê hilbirandin û ev penêr ji aliyê jinan ve bi ked û xebateke mezin tê çêkirin

Bajarê Qersê bajarekî kevnar ku gelek netewên cuda cuda lê bi hev dijîn. Her wiha bajarê Qersê di heman demê de bi penêrên xwe yên cur bi cur jî tê naskirin. Herî zêde jî penêrê wê yê bi navê gravyer hinardeyî gelek welatan tê kirin. Penêrê Gravyer ku di serî de li gundên Malakanê hatiye hilberandin, li gundê Bogatepeyê hîn hem wekî kevneşopî û hem jî ji bo debarê tê hilberandin. Li gundê ku 50 kîlometre dûrê bajêr e, jin bi awayê hevpar penêr hildiberînin. Her wiha jinên hilberîner di heman demê li ser 650 nehatên ku keşf kirine ji bo ku bê çawa tên bikaranîn û li cihê xwe bên bikaranîn jî perwerdeyê dibînin. Jinan di demên dawîn de ji van cureyên nebatan krem û rûn jî hilberandine.

Jinên ku di warê hilberîna penêr de pispor in, di sala 2007’an de Komeleya Bogatepeya ya Jiyan û Derdorê jî ava kirine. Bi pêşniyara ku ji jinan re ji Fransayê hatiye kirin, piştî ku salekê perwerde dîtine ji sala 2010’an de mûze vekirine û ji kesên xwecihî û biyanî re havînan danasîna cureyên nebatan dikin.

Çêkirina penêrê Gravyer

Der barê penîrê gravyer de Zumran Omur axivî. Omur diyar kir ku civaka nikare hilbirîne û biafirîne mehkumî tunebunê ye û wiha got: “Ez 28 sal in hilbirîna penêr dikim. Ew şîrê ku ji çêlekan tê bidestxistin biqasî 40 deqeyan di mastê ku tê haveynkirin de tê sekinandin. Heta ku ev mast wekî libên birincê dibe tê eciqandin. Ew mastê ku tê eciqandin û ava wî ji ser diçe û dibe wekî penêr em ji mast haveyn dikin. Piştre ew pênêrê ku tê bidestxistin, bi qasî 2 seatan tê vesihandin û piştre qet qet tê hurkirin û di ava xam de tê şuştin. Penêrê ku 12 seatan di avê de dimîne û di roja xwe ya duyemîn de dubare tê hurkirin, di ava germ 72 dereceyan de tê şûştin. Ev pênêr dibe wekî benîşt û piştre li ser sofreyan cihê xwe digire.”

‘Li gundê me 650 cureyên nebatan heye’

Di axaftina xwe de Omur anî ziman ku ew ji çêlekên xwe sûdê werdigirin û got ku ew bi jinên gund re bi awayekê hevpar dixebitin û wiha domand: “Em ji çêlekên xwe sûdê digerin. Li gund 7 baneyên me hene. Em jinên gund bûn yek û Komeleya Bogatepe ya Hawirdor û Jiyanê vekir. Li gundê me 650 cureyên nebatan hene. Me ev yek keşf kir û me pispor anîn gund. Li gel hatina pisporan me li ser  cureyê nebatan  perwerdehî dît. Kîjan giya di nav kîjan penêrî de cih digire me destpêkê xwest vê bizanîn. Li gel van perwerdehiyan jinan di qadên tendûrîstiyê de jî di qursan de perwerdehî dîtin. Ew serayên biçûk li gel hewledanên me mezin bûn. Me jinan afirand û em jinan hilberand.”

Biqasî salekî perwerdehiya zimanî fransî dît

Omur da zanîn ku bi hilberînan jinan gund hatiye naskirin û ev tişt anî ziman: “Gundê me bi ked û xebata jinan hate nasîn. Ji Fransayê saziya bi navê Tema ji saziya me re bû alîkar. Ji me re gotin ‘Ger ku hûn zimanê fransî bizanin em ê ji we re mêvanan bişînîn’ Me jinan jî biryar da û qasî salekê li ser zimanê fransî me perwerdehî dît. Piştî ku em hînî zimanê fransî bûn, me turîzma eko vekir. Piştre di sala 2010’an de me muzeya ku 32 cureyên penêr tê de cih digirin vekir.”

Gelek cureyên penêrê ji tunebûnê rizgar kirin

Her wiha Omer bal kişand ser armanca vekirina muzeya penêrê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Tirkiyeyê cara yêkem e ku muzeya penêr tê vekirin. Di muzeya me de her cûreyên penêr hene. Ev  cureyên penêran li tu devera cîhanê nayê dîtin. Armanca me ya vekirina muzeya penêr ew e ku ew cureyên penêrên bi tunebûnê re rû bi rû em rizgar bikin. 32 cûreyên penêr em ê ji nifşê nû re ragihînîn. Ji bo ku penêrê me baş bê nasîn me Mîhrîcana Tamê lidar xist. Di vê mîhrîcanê de me gelek kesên biyanî û xwecihê vexwendin. Ger ku em bixwazîn em dikarîn her qadên jiyanê veguherînîn qadên hilbirînê. Kirîn ji destê me ye. Jixwe bawer bin û ji bo afirandinê kedê bidin.”

Zeynep Durgut – JINNES / QERS

This slideshow requires JavaScript.

Dikarî Biecibînî