KNK: Li dijî dagirkeriyê divê kurd bi erka niştimanî rabin

Navenda Nûçeyan

 

Mexmûr gelek girîng e û gotina Netewên Yekgirtî (NY) bo me ne muhîm e. Divê NY meseleya Mexmûrê çareser bike, ew dever hêlîn e. Şingal jî Qendîlek biçûk e.”

Recep Tayîp Erdogan Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

KNK’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku eniya Erdogan û Bahçelî dixwaze bi dagirkirina rojavayê Kurdistanê re her wiha Başûr jî bixin dorpêçê û bifetisînin. KNK’ê got ku li dijî vê divê kurd bi berpirsyariya neteweyî rabin û ji bo parastina welatê xwe planên xwe çêbikin da ku bikarin van êrîşan têk bibin. KNK’ê herî dawî jî bang li temamiya gelê kurd kir ku li hemberî êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê rabin ser pêyan

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) gefên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de KNK’ê êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê bi bîr xist û da zanîn ku armanca dewleta tirk, şikandina vîna rêveberiya xweser e.

KNK’ê di serî de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê û wiha got: “Piştî gefên Erdogan ên di roja 12’ê kanûnê de, balafirên artêş irk Mexmûr û Şengal bombebaran kir. Gef û êrîşên dewleta tirk berdewam in. Li hember van gef û êrîşan, divê li her deverekê gelê me jî li ser pêya be. Roj roja xîretê ye. Xelkê Kurdistanê, rêvebir û hemû dînamîkên welat divê li her derê seferber bibin ku rê li ber vê dagirkeriya dewleta tirk bê girtin.”

Daxuyaniya KNK’ê ya têkildarî gefên Erdogan ên li ser rojavayê Kurdistanê jî wiha ye:

Dewleta tirk hedefa xwe zelal kiriye. Ji bo têkbirina deskeftiyên gelê Kurdistanê, sond xwariye. Pratîka wan a van salên dawiyê vê yêkê bi berfirehî nîşan dide. Li bakura Kurdistanê wêrankeriya xwe didomîne û Kurdistan li xelk û rêvebiran kiriye zindan. Adeta bêhn li xelkê Kurdistanê hatiye çikandin. Rêvebiriya dewleta tirk, eniya Erdogan û Bahçelî sîstemekî xedar ava kirine û tenê bi zilma navtixûb namînin û dest bi dagirkeriya dertixûb jî kirine. Ji başûr ve navçeya Biradostê û li rojavaya Kurdistanê jî xeta Cerablus û Efrînê dagir kirine. Niha jî hedef kirine navçeyên din ên rojavaya Kurdistanê, yên ku di bin îdareya hêzên xwemal da dagir bikin.

Serokdewletê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan piştî şêwra digel şirîkên xwe Bahçelî û Ergenekonê, ferman da ku ji Kobanê û Girê Spî pê ve ber bi Serêkaniyê heta Dêrika Cizîrê temamî korîdora binxetê hilgirine bin kontrola xwe. Armanca wan kivş e; dixwazin îdareya xweser a rojavaya Kurdistanê hilweşînin. Dewleta tirk naxwaze ku kurd digel hevwelatiyên xwe, li welatê xwe Kurdistanê azad bijîn. Di vî warî da Îran û tifaqdarên wan rêvebirên hakim ên Bexdayê û Şamê jî destekdar in. Xala wan a hevpar rê li ber kurdan birîne.

Ji bo çar jinên Mexmûrî ku bi êrîşa hewayî ya balafirên Tirk şehîd bûn, gelê Mexmûrê ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya wargehê ve dest bi meşê kir.

 Hewildaneke bi vî rengî dê hemû destkeftiyên Kurdistanê bêxe nav talûkeyeke mezin ku ewlehiya wan nemîne. Bi dagirkeriya berfireh a rojavaya Kurdistanê ya ji aliyê dewleta tirk ve, dê başûra Kurdistanê jî were dorpêç kirin ku gav bi gav bê fetisandin. Eve tê wê wateyê ku hemû Kurdistan di nav halekî man û nemanê da ye.

Di pirsa Efrînê da hate dîtin ku Rûsya li ser hesabê xwe û tifaqdara xwe rejima Şamê ye. Di operasyona Bexdayê ya li ser Kerkûkê de jî hate dîtin ku DYA jî hesabê xwe dike. Di nav vê hesabdariya dewletên mezin ên li navçeyê de, kurd û kurdistanî jî divê hesabê xwe bi xwe bikin. DYA, li hemberî hêzên terorîst û hine ji hêzên herêmî li gel hêzên kurdî di nava tifaqê de ye. Lê mixabin li hember dewleta tirk tengên xwe sist dike û ev jî cisaretê dide dewleta tirk.

Rewşa nû ya li Kurdistanê û bi taybetî jî rûdana nû ya li rojavaya Kurdistanê, nîşan dide ku dewleta tirk, wê êrîşkarî û dagirkeriya xwe bidomîne. Beramberî vê xetera mezin, rêvebiriya rojavaya Kurdistanê û Federasyona Bakura Sûriyeyê, biryara seferberiyê dane ku cih û warê xwe, welatê xwe biparêzin.

KNK vê rewşa nû giring dibîne û bang li xelkê Kurdistanê û rêveberiyan dike ku rûdana nû tenê wekî gefekê nebînin, micid bigirin û tedbîrên parastinê werbigirin û piştevaniya xelkê rojavaya Kurdistanê bikin. Pêk ve rêveberiyên Kurdistanê divê vê rewşa nû, bi berpirsiyariyeke neteweyî û niştimanî bikin rojave xwe ya sereke û bi hev re plana parastina welat çêbikin û bi yêkdengî bala DYA’yê jî bikêşin ku serkeftina Tirkiyeyê, herwiha dê bibe şikestina Amerîkayê jî.”

 

Tu Dikari Biecibînî