Qompîtir cihê daktîloyê nagire!

Kadrî Esen / Amed

Apê Şeref ku 25 sal in li ber Edliya Amedê bi daktîloyê daxwaznameyan dinivisîne got ji ber ku derdê kesan guhdar dikin û daxwaznameyan dinivisînin, qompîtir nikare cihê daktîloyê bigire

Daktîlo makîneya nivîsê ye ku bi rêya klavye û hibrê tîpan bi kaxiz ve dike ango dizeliqîne. Di salên 1800’î  de ji aliyê ewropî û amerîkiyan ve hatiye îcadkirin. Destpêkê weke makîneya dirûtinê bi pêyan hatiye xebitandin, lê paşê hatiye pêşxistin û heta niha jî bi destan tê xebitandin. Îcadkirina daktîloyê bandoreke mezin li nivîs û ragihandinê kiriye. Heta demeke dirêj bi milyonan berhemên wêjeyî û ragihandinê pê hatine afirandin.

Lê çi feyde piştî îcadkirina qompîtiran, daktîloyê bandora xwe ya li ser nivîs û ragihandinê winda kir û roj bi roj qîmeta wê kêm bû. Di roja me ya îro de kêm kes bi daktîloyê karê nivîsê dikin. Piraniya kesên ku îro bi vî karî re mîjûl dibin jî li ber deriyê edliyeyan daxwaznameyan dinivisînin û debara xwe dikin. Yek ji van kesan jî Apê Şeref Askan (56) e ku 25 sal in, bênavber li ber deriyê Edliya Amedê bi daktîloyê daxwaznameyan dinivisîne.

This slideshow requires JavaScript.

Qet nebiriye temîrê

Beriya çend rojan dema ku em li ber deriyê Edliyeya Amedê re derbas dibûn, tesadufî rastî Apê Şeref hatin. Li ser kursiyekî rûniştiye û bi rêya daktîloya ku li pêşiya xwe li ser maseyekê daniye, ji kesên ku li ser wî kombûne re daxwaznameyan dinivisîne. Me jî xwe li Apê Şeref girt û pêşî destûr wênekişandinê jê girt. Apê Şeref her çiqas destpêkê diyar kir heta ku em pere nedinê, nikarin wêneyên wî bikişînin jî paşê destûr da me ku em wêneyên wî bikişînin.

Pişt re em bi Apê Şeref re ketin nav sohbeteke kûr. Li ser pirsa me ya ku çend sal in vî karî dike û ji kî hîn bûye? Apê Şeref ev bersiv da: “Beriya 25 salan min ji xwe re daktîloyê kirî, bêyî ku ji kesî hîn bibim, xwe hînê bi kar anîna makîneya daktîloyê kir. Ev 25 sal in bênavber li ber Edliyeya Amedê daxwaznameyên fermî dinivisînim. Makîneya min a 25 sal berê ye. Heta niha qet xera nebûye û min ew nebiriye temirê û neguherandiye.

Rojê 20 daxwaznameyî dinivisîne

Apê Şeref hem ji me re sohbet dike û hem jî daxwaznameyan dinivisîne. Berî ku em pirsa ka cihê temîra makîneyên daktîloyê mane jê bikin, Apê Şeref ji me re diyar dike ji ber ku karê wan weke berê pir nemaye cihê temîrên makîneyên wan nemane û wiha dirêjî dide sohbeta xwe: “Her rûpelekî daxwaznameyê bi 15 TL’an dinivisînim. Roj heye 15 roj heye 20 daxwaznameyî dinivisînim û roj heye ku qet jî nanivisînim. Lê dîsa jî şikir, dikarim pê debara xwe bikim.”

Berevajiyê me ku em dibêjin ji ber îcadkirina qompîtiran qîmet ji daktîloyê re nemaye, Apê Şeref dibêje ku qet jî daktîlo ji holê ranebe û ev tişt tîne ziman: “Ji ber ku gel tê derdê xwe ji me re dibêje û em jî derdê wan dinivisînin, qumpîtir ji bo karê me nikare cihê daktîloyê bigire.” Apê Şeref ji ber karê xwe ji pirsgirêkên civakê jî haydar e û got ku di rojên dawîn de ji ber krîza aborî gelek jin û mêr dev ji hev ber didin û ew jî daxwazanameyên vê yekê dinivisîne.

 

Dikarî Biecibînî