Li Meksîkayê 122 kîsoyên deryayê mirî hatin dîtin

Li plajên başûrê Meksîkayê piranî jê ji celebên ku nifşê wan li ber mirinê ye, 122 kîsoyên deryayê mirî hatin dîtin. Rayedaran got ku ev kîso li eyaleta Chîapas, li plajên Puerto Arîsta hatine dîtin.

Sedema mirina wan nayê zanîn lê hate gotin ku li ser wan şopan derban hene. Wezareta Hawirdorê got ji ber sedema rizîbûnê nekarîne ku otopsiya wan bikin. Hate ragihandin ji 122 kîsoyên ku mirî hatine dîtin, 111 ji wan ji celebê Golfîna ne ku nifşê wan li ber nemanê ye.

Rayedaran li dijî girtina kîsoyên li plajên Chîapas xebatên xwe zêde kirin.

Li Meksîkayê ji 1980’yî ve girtina kîsoyên deryayê qedexe ye lê bazirganiya deryasayî ya girtina hêkên kîsoyan didome. Hêk yek ji xwarina kevneşopî ya gelê xwecih ê başûrê welat e. Ên ku bazirganiya kîsoyên deryayê dikin, 9 sal ceza li wan tê birîn. CHÎAPAS

Dikarî Biecibînî