Li geliyê Dîcleyê dîrok û xweza tê tunekirin!

Hevserokê MMO’ya Şaxa Amedê Dogan Hatûn anî ziman bi kanên xîz ên li ser geliyê Dîcleyê re qirkirineke çandî û xwezayê tê kirin. Hatûn da zanîn ku di bin navê ‘Projeya Bedewîkirina Geliyê Dîcleyê’de, Wezareta Hawirdorê û Bajarvaniyê dîroka bi hezaran salan tune dike
Çemê Dîcleyê di ber bajarê Amedê de derbas dibe. Dîcle bi hebûna xwe bûye çavkaniya hebûna Amedê. Lê tevî vê yekê pergala dewletê ya ku bi dijminane nêzî xwezaya Kurdistanê dibe, bi kiryarên xwe dawî li çem tîne û xwezaya Amedê diguherîne. Li hêlekê kanên xîzan tevî hemû hişyariyan jî dev ji xebatên xwe yên qirêjîkirina çem, wêrankirina xwezayê û qirkirina çandî bernadin. Tevî van kanên xîzan, li gelek deverên din ên li geliyê Dîcleyê avên gemar ên weke kanalîzasyonê tev li ava çem dibin û jiyana zîndewaran dixin xetereyê.

Li gorî daneyên TMMOB’ê ya Şaxa Amedê di navbera 2002-2018’an de li geliyê Dîcleyê 23 kanên kumê xebitîne. Îro hîn 10 kanên xîz dixebitin û ji wan 6 jê bi destûr û yên din jî bê destûr dixebitin.  Têkildarî mijarê hevserokê Odeya Endezyarên Madenan (MMO) Dogan Hatûn axivî û diyar kir ku ji ber lêkirina Bendava Dîcleyê, debiya çem heta navçeya Bismilê kêm bûye û wiha domand: “Rayedaran jî ketina debiya Rûbara Dîcleyê ya li van herêman kirin hincet û Çemê Dîcleyê ji statûya çembûnê xist. Ji ber ku avên ku di statûya ‘çem’ de ne nikarin, kanên xîz li ser bên vekirin.”

Armanc sektora înşaetê ye

Di berdewamê de jî Hatûn diyar kir ku 15 sal e weke tevahiya Tirkiyeyê, li Amedê jî sektora sereke înşaat e û wiha pê de çû: “Ji bo ku vê sektorê li ser pêyan bihêlin jî qirkirineke mezin a xwezayê dikin. Kanên xîzan vedikin û hem çem û hem jî rûbaran dikin herî. Bi taybetî jî Îdareya Taybet a Amedê, Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê destûra xebatê da kanên xîzan. Ji kanên xîzan ên bê destûr dixebitin re jî tu astengiyan dernaxin. Ev pêkanîn li gel çemê Dîcleyê, dîroka çandî ya li herêmê jî tune dike.”

Qanûn tenê li ser kaxizê dimînin

Dogan Hatûn anî ziman ku dema kanên xîzan tên vekirin, raporên Nirxandina Bandora li Ser Herêmê (ÇED) esas nayên girtin û ev nirxandin kir: “Li gel rapor xetereyê diyar dikin jî saziyên berpirs raporê esas nagirin. Ji ber vê jî kanên xîzan bê destûr tên vekirin. Li gorî xalên ÇED’ê divê piştî qedandina kar, xwediyê kar careke din cihê kar li gorî xwezaya wir ava bike. Lê ev biryar pêk nayên. Hindik jî be dewlet ji xwediyê kanên xîzan re weke temînat, pere distîne. Piştî kar ger ku ew herêmê neyê avakirin, dewlet dest datîne ser wî pereyî. Lê divê dewlet jî vê herêma ku hatiye xerakirin, sererast bike. Lê mixabin dewlet tenê bi desteserkirina pereyan bi sînor dimîne.”

Dê li dijî projeya tunekirinê têbikoşin

Hevserokê odeyan Hatûn bi lêv kir ku xetereya kanên xîzan di heman demê de qirkirineke mezin a çandî li ser xweza û dîrokê ferz dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wêraniya li geliyê Dîcleyê, ji wêrankirina 6 taxên Sûrê mezintir e.  Di bin navê ‘Projeya Bedewkirina Geliyê Dîcle’yê ya Wezareta Hawirdorê û Bajarvaniyê,  dîroka bi hezaran salan tê tunekirin. Ji bo vê jî hemû bîlbort bi pankartên ‘Projeya Bedewîkirinê’ hatine amadekirin. Bi van pankartan propagandayê dikin û dixwazin gel tunekirina dîroka xwe nebîne. Gelê me dê vê qirkirinê qebûl neke. Divê em û gel destûr nedin ku dîroka me ya bi hezaran salan bê tunekirin. Em ê xwedî li vê dîrokê derkevin û li dijî van pêkanînan têbikoşin.” AMED

Tu Dikari Biecibînî