Li Dêrsimê qirkirina xwezayê: Bi hezaran hektar daristan şewitî

Leşkerên dewleta tirk bi hinceta ‘operasyonên leşkerî’ û ‘herêmên qedexekirî’ bênavber xwezaya Kurdistanê tune dike. Di vê çarçoveyê de şewata ku hefteyek berê ji hêla artêşa tirk ve li Xozatê hatiye derxistin li gelek herêman belav bû. Di vê çarçoveyê de jî qadeke zêdetirî hezar hektaran şewitî
Li navçeya Xozatê bi bandora bayê re şewat gurtir bû û li herêmê berfirehtir dibe. Serokê Şaredariya Xozatê Celalettîn Polat got ji ber ku şewat li herêma qedexekirî ye nikarin mudaxele bikin û li rayedaran geriyane rayedaran ji wan re gotiye ji ber ku cihek avê jê bînin nîne nikarin ji hewayê mudaxeleyî şewatê bikin

Li herêma Alîbogazi ya navçeya Xozata Dêrsimê di encama topbaran û bombebarana helîkoptêr û balafirên şer ên dewleta tirk de hefteyek berê şewat derketibû. Bi bandora bayê re, şewat li gundên Degîrmender, Zogar, Zenge, Koçerî, Bozan, Koskozulca û Dundul berfireh bû û her ku diçe agir li qadeke berfirehtir bervelav dibe. Di encama şewata heta niha de bi hezaran hektar qada daristanê şewitî.

Nahêlin welatî mudaxale bikin

Hat zanîn ku ev herêmên ku şewat lê derketiye, ji hêla Walîtiya Dêrsimê ve weke herêmên ketin û derketina wan qedexe hatiye ragihandin. Ji ber vê yekê welatiyên herêmê nikarin mudaxaleyê şewatê bikin. Tevî qedexeya li herêmê jî welatiyan xwest ku biçin agir vemirînin lê hêzên artêşa tirk nehiştin ku tu welatî derbasî herêmê bibin.

Bersiva sosret a rayedarên dewletê

Têkildarî mijarê serokê Şaredariya Xozatê Celalettîn Polat anî ziman ku ji ber şewat li herêmên qedexikirî pêk tên nikarin biçin mudaxele bikin û ev tişt got: “Ji ber herêmên qedexekirî divê bi balafira temartinê ji hewayê ve mudaxeleyê şewatê bê kirin. Ji bo vê mijarê jî em li rayedaran geriyan. Lê rayedaran ji me re gotin ku ‘ji ber ku em cihekê avê jê bînin nîne, tiştekî ku em bikin jî nîne.’ Bi vî awayî kes nikare mudaxaleyê şewatê bike.” DÊRSIM

Dikarî Biecibînî