Daraya ku di bin siya şer de maye

Rojda Aydin / Mêrdîn - Jinnews

Bajarê Antîk Dara xwedî cihekî girîng e û di dîrokê de cihekî wê yê taybet heye. Gel wek her salan îsal jî berên xwe dane Darayê û çûne serdana wê.

Dema mirov li Deşta Mezopotamyayê digere fêm dike ku ji bo çi dîroka mirovahiyê xwedî cihekî girîng e. Ji demên berê heta roja îro rêçên şaristaniyên ku jiyane dibîne. Ji van yek jî bajarê Daraya antîk e. Ev bajar xwedî dîrokek 10 hezar salan e. Ev cih di navbera Mêrdîn û Nisêbînê de dimîne. Ev dêr li gundê Dara di navbera Mêrdîn-Nisêbînê de li ser rêbejahiyê ye.

Dara, cihê Deşta Mezapotamya û Çiyayên Tur Abdîn ku digihîjin hev li ser kevirên kilsî ava bûne. Li Mezopotayayê Dara cihê barajê yekem ku cihên avê lê avê hene. Bajarê Antîk Dara ji baweriyên cuda rêçên wan heta roja îro hatiye. Bajar, heta dema mîladê gelek caran di navbera Îran û Romayan de dest guhertiye. Li nêzî Darayê qereqola leşkerî û aliyê din jî dibistan heye.

Heta xebatên kolandinê jî gelek beşên dêran wek axur hatine bikaranîn. Kevirên ku di çêkirina dêran de hatine bikaranîn di heman demê di çêkirina xaniyan de jî hatine bikaranîn. Gel her sal bi hatina bihar û havînê diçin serdana Darayê. Lê ji ber di demên dawiyê de şer zêde bûye Dara jî di bin siya şer de maye.

Dikarî Biecibînî