‘Dixwazin bi şewitandina daristanan Kurdistanê vala bikin’

Ekolojîst Serap Borucu anî ziman ku dewleta tirk bi şewitandina daristanan re dixwaze Kurdistanê ji welatiyên wê vala bike. Borucu got ku ev yek berdewamiya polîtîkaya şer e û diyar kir ku divê bi têkoşînê ev polîtîkaya dewletê bê teşhîrkirin

Dewleta tirk di çarçoveyê şerê tunekirinê yê ku li dijî gelê kurd daye destpêkirin, li Kurdistanê ji mirovan heta xwezayê her tiştî heded digire. Di vê çarçoveyê de jî bi awayeke hovane ji Dêrsimê heta Amed, Çewlik, Şirnex û Colemêrgê her deverekê bakurê Kurdistanê dişewitîne. Yek ji van herêmên ku herî zêde tên şewitandin jî, Dêrsim e. Têkildarî mijarê ekolojîst Serap Borucu ji Ajansa Mezopotamyayê (Ma) re axivî î da zanîn ku şewitandina daristanan dewama polîtîkayên şer e.

Ekolojîst Serap Borucu anî ziman ku ne cara yekeme ku daristanên bajarên kurdan tên şewitandin û wiha domand: “Ev berdewamiya polîtîkaya şer e. Piştî ku Erdogan nekarî di sala 2015’an de bi tenêya serê xwe bibe desthilatdar, fatureya desthilatdariyê li erdnîgariya kurdan birî. Di raporên mafên mirovan ên salên 90’î de cînayetên kiryar nediyar, astengkirina rêxistinbûyînê û koçberî derdikeve pêşiya me. Koçberkirina bi darê zorê tenê nayê wateya tunekirina gundan. Pê re erzaq, sewal, bax, baxçe û hemû tişt tên şewitandin. Her wiha gelek daristan tên şewitandin. Bi vê re jî dixwazin herêmê ji mirovan vala bikin û texrîbateke mezin didin ekolojiya herêmê.”

‘Divê dewlet bê teşhîrkirin’

Borucu diyar kir ku di sala 2010’an de 33 û di sala 2015’an de jî bi hezaran hektar qadên daristanî hatine şewitandin û wiha pê de çû: “AKP dixwaze bi van şewatan re dixwaze erdnîgariya Kurdistanê ji mirovan vala bike. Dixwaze koçber bike, tune bike, asîmîle bike û li rantê veke. Ev yek bi taybet jî li Dêrsimê derdikeve pêşe. Nahêlin tu kes mudaxaleyî şewatan jî bike. Bi vê re jî dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin. Divê ev polîtîkaye bên teşhîrkirin. Divê em ji bo aştî û jiyaneke demokratîk tev bigerin. Çareserî bi avakirina civakeke demokratîk pêkan e.” STENBOL

Dikarî Biecibînî