aram

Di Parka Mîlî ya Mûnzûrê de ruxsata lêgerîna madenê  

Piştî Çiyayên Mûnzûrê bi temamî weke qada madenê hat îlankirin, derket holê ku beşeke Parka Mîlî ya Mûnzûrê ku Avzêmên Mûnzûrê jî di navê deye, ji bo lêgerîna madenê ruxsta ji bo fîrmayekê hat dayîn. Parêzer Bariş Yildirim, diyar kir ku di ruxsta hatî dayîn de beşek Parka Mîlî ya Mûnzûrê jî heye.

Li Dersimê ku malûvaniyê ji nebat, cureyên endemîk, jiyana koviyan, kanî û hemû dewlemendiyê xweşik ên xwezayê re dike, derket holê ku ji bo 145 lêgerînên madenê ruxsat hatine dayîn. Hin cihên ku ruxsat ji bo wan hatin derxistin avzêmên Mûnzûrê, Ava Mûnzûrê, geliyê Mercan, gûlavên çil derenc, girê Tulîn, giren Tepecik-Pûlûr û beşek Parka Mîlî ya Mûnzûrê ne.

Berdevkê platforma parastina çand û mîrateya Dersimê Parêzer Bariş Yildirim, bal kişand ser dayîna ruxsetan û wiha axivî: “Di nava sînorên Dersimê de, ji bo fîrmayekê ji 5 aliyan ve ruxseta madene ya koma 4’emîn hatiye dayîn. Di nava cihên ku ruxsata lêgerîna madenê hatî dayîn de beşek Parka Mîlî ya Mûnzûrê jî heye.”

Yildirim da zanîn ku beşek ji qada ku ji bo lêgerînê ruxsat hat dayîn, nêzî 900 cureyên nebatan lê hatine tespîtkirin û wiha got: “43 cure yên Çiyayê Mûnzûrê ne û 227 curejî yên di Parka Mîllî ya Mûnzûrê dene. Dixwazin li Pulu xebatên lêgerîna madene berfireh bikin. Li dijî vê yekê me dest bi pêvajoya hiqûqî kir. Di vê çarçoveyê de biryara “Rapora nirxandina nandora nerdorê (ÇED) ne ne pêwîste” hat girtin. Me derbarê vê biryarê de doz vekir. Me ji dadgeha îdareyê biryara betalkirinê girt.”

‘Armanc bê mirovkirina heremê ye’

Yildirim, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ger li herêmê dest bi van projeyan bên kirin dê avên binerd û sererd zirarê bibînin. Wê jiyana kovî zirarek mezin bibîne. Zindiyên di avê de wê tune bibin. Cureyên nebatan ên li herêmê bi awayekê pir mezin dê zirarê bibin û tune bibin.”

Yildirim, da zanîn ku dixwazin bi van projayan herêmê bi mirov bikin û mirovan ji herêmê derbixin. DERSÎM

 

Dikarî Biecibînî