aram

‘Em bang li her kesî dikin serî hildin, li Çiyayê Kazê xwedî derkevin’

Çalakgerên li dijî lêgerîna Zêrê Bi Sîyanur a li Çiyayê Kazê nobeta xwe berdewam dikin. Çalakgeran bertek nîşanî lêgerîna şîrketan a zêrê bi Sîyanur dan û gotin: “Çiyayê Kaz pêşeroja Çanakkale ye. Divê her kes li pêşeroja xwe xwedî derkevin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî talankirinê serî hildin.”

Bertek û nerazîbûna gel a li dijî lêgerîna şîrketên bazirganiyê ya zêrê bi sîyanur a li kontara Çiyayê Kaz didome. Şîrketa herêmî ya Madenvaniya Bîga ya Rojhilat ku girêdayî Alamos Gold a Navenda wê li Kanada ye, li Gundê Kirazli yê Çanakkaleyê jî lez da xebatên înşaeta madenê. Şirket ji bo qada madenê bê  vekirin bi lez xebatên xwe didomîne. Ger ku qada madenê bi temamî têkeve meriyetê wê li herêmê nêzî 200 hezar dar bên birîn. Wê nêzî 5 hezar û 200 ton teqemenî bê teqandin. Bi vê înşaetê wê hemû girê Balabanê tune bibe. Maddeya suyanir ku ji zikê axê derxin piştî tev li avê bibe wê gelek zindiyên li ser ruyê erdê tune bike. Wê tenduristiya mirovan jî têxe bin talûkeyek mezin. Li aliyê din bendava Atikhisarê ku di bin ava siyanurê de bimîne jiyanê dixe talûkeyê. Li dijî xebatên şîrketê û lêgerîna suyanur, çalakî û nobeta ekolojîstan jî didome.  Parazvanên jiyanê li Çiqayê Kazê nobetê digirin û hewl didin ku rê li pêş vê înşaetê bigirin. Nobeta parazvanên jiyanê bi rojan e didome. Her diçe tevlêbûna nobetê zêde dibe. Li gorî daneyên TEMA heta niha nêzî 200 hezar dar birîne. Endezyarên daristanê yên TEMA’yê tespît kirine ku 200 hezar dar hatine birîn.

Demek berîya demekê dawî li komkujiya xwezayê bînin

Parazvanên mafên jiyanê li Qada Balabanê nobeta xwe ya li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê berdewam dikin. Piştî Bendava Atikhisarê bibe gol, wê ava bendavê li ser ava vexwarinê bandorê çêke û zêrê bi siyanur wê tev li ava vexwarinê bibe. Li ser vê yekê welatiyên bajar yên li Tenişta Çiyayê Kaz dijîn xwestin demek berî demekê dawî li vê komkujiya xwezayê bînin.

Yek ji parazvanê xwezayê Serokê Komeleya Piştevaniya ÎDA Ekrem Akgal, ji roja ewil de li dijî talankirina xwezayê li qadê nobetê digire. Akgal, anî ziman ku ji destpêkê de bi rêbazên pir kevn li zêr digerin û wiha got: “Ji bo bigêjin tonek kevirê ku cewher têde heye, 2 ton kevir perçe dikin. Ji bo 3 qiram zêr 3 ton lat perçe dikin. Ger ku wisa bikin wê hemû xwezayê talan û wêran bikin. Ev yek nabe madenvanî. Ev hêj destpêk e ew qas xweza talan kirin. Niha dixwazin ruhsata vir bistînin. Ev der wê qedera pêşeroja Çanakkale diyar bike.”

‘Têkoşîna me wê bidome

Akgul, anî ziman ku her tiştî bê zanebûn bikar tînin û wiha axivî: “Li vir mirov dijîn. Ev der qada jiyanê ye. Divê ev qada jiyanê bê parastin. Ger ku ev xebat bidome, mirovên li vir wê di demên pêş de ji vir koç bikin. Têkoşîna me ya li dijî vê yekê wê bidome.”

‘Em dixwazin bi xwezaya xwe re bijîn’

Welatiyê Gundê Akçakoyun Îlhan Genç jî anî ziman ku piştî şîrketên lêgerîna zêrê bi sîyanur bê avakirin wê xweza talan bibe û wiha got: “Em dixwazin bi xwezaya xwe re, sewal, tûtîn û çandiniya xwe bi hevre bijîn. Ez li vir li ser navê hemû Gelê Çiyayê Kazê diaxivim. Em van kanên madenê ne li Kirazli û ne jî li du deverên Çanakkale naxwazin. Zeviyên çandiniyê li vir pir bi reberet in. Bi hezaran sal in mirov li vir dijîn. Mirovên vir bi xêra Çiyayê Kaz debara xwe dikin. Em bang li her kesî dikin ku serî hildin.”

Kedkarê Tenduristiyê yê Teqawîtê Mumine Emeklioglu jî anî ziman ku bi salan e li Çanakkale dijî û wiha got: “Xweza, ax û ava vir em heta îro anîn. Em ê li çiya, deşt, ax û ava xwe xwedî derkevin.

Xwendekarê Zanîngeha Egeyê Ecem Kaplan anî ziman ku komkujiya li dijî ekolojiyê roj bi roji zêde dibe û xwest her kes li parastina xwezayê xwedî derkevin.

Serokê CHP’ê yê Çanakkaleyê Îsmet Guneşhan jî anî ziman ku wan di 26’ê Tîrmehê de dest bi çalakiya nobetê kirine û heta Çiyayê Kaz biparêzin wê çalakiya xwe berdewam bikin. Guneşhan, bang li her kesî kir ku li çiyayê Kaz xwedî derkevin.” ÇANAKKALE

Dikarî Biecibînî