aram

Ji bo zindiyên ku taloke li ser wan heye dê civîn pêk bê

Bi mebesta astengkirina bazirganiya wan celebên zindiyan ku taloke li ser wan heye ji holê rabin, di civîna navnetewî de ya ku dê li Cenevreyê dest pê bike, tê payîn ku bi dehan pêşniyar werin gotûbêjkirin

Di civîna 18’an de ya Têkilî Peymaana Bazirganiya Celebên li ber Nemanê (CITES) ku roja şemiyê li Cenevreya Swîsreyê dê destpê bike, wê talokeyên li ser gelek celebên ajal û nebatan were gotûbêjkirin. Di civîna îsal de dê bêhtir wê girîngiyê bidin fîlan, jaguaran û celebên nebatên li herêmên tropîkal.

Sekreterê Giştî yê CITES’ê Îvanne Hîguero got ku civîna ku dê werekirin, piştî weşandina wê raporê pêk tê ku bal kişandibû ser komkujiyan.

Hîguero diyar kir ku CITES ji bo ku pêşî li tunekirina celebên ajal û nebatan ên bi mebesta bazirganî were girtin, amûreke girîng e.

Plansazî ew e ku delegeyên ji 183 welatên ku îmzeya xwe li peymana CITES’ê dane du hefteyan 57 pêşniyaran gotûbêj bikin. Tê payîn ku hin celebên zindiyan ku ji lîsteya CITES’ê werin derxistin û hin jê lê werin zêdekirin ku di lîsteya CITES’ê 36 celeb hene ku taloke li ser wan heye.

Tê zanîn ku dema muzakereyan wê bazirganiya diranên fîlan were rojevê ku tê xwestin li welatên başûrê Afrîkayê pêşî li bazirganiya wê were girtin. Her wiha tê gotin ku hin welat dixwazin bazirganiya diranên fîlan dîsa were serbestkirin. Lê hem li Afrîkayê û hem jî li Swîsreyê gelek welatên ewropî li gel vê qedexeyê ne. CENEVRE