‘Veger nîne; divê mirov xwe ji felaketên xwezayî re amade bikin’

Li gorî rapora dawî ya ji aliyê IPCC ve hate weşandin, vegerandina bandora germahiya global li okyanûsan li aliyekî, divê mirovahî êdî giraniyê bidin ser wergirtina tedbîrên ji trilyonan dolarî yên li dijî felaketên gengaz ên xwezayî.

Panela Guhertina Avhewayê ya navbera Hikumetan (IPCC) li Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê avhewayê de civîneke bilind a taybet pêk anî. Piştî civînê raporek hate weşandin û işaret bi gefên germahiya global a li dijî okyanûsan hate kirin. Rapor piştî civîna koma xebatê ya pênc rojan hate ragihandin û hate destnîşankirin, ku kêmkirina gaza serayê ya li atmosferê ji bo paşeroja dinyayê gelekî girîng e.

Wê bi 2.5 qatî zêde bibe

Di raporê de tê hişyarkirin ku ji ber germahiya global hem qeşayên li okyanûsan hem jî yên li qadên bejahî wê bihelin û ev yek jî wê bibe sedem ku av gelekî bilind bibe. Di raporê de hate ragihandin ku rêjeya okyanûsan wê li gorî sedsala 20’an bi 2.5 qatî zûtir bilind bibe. Di raporê de hate bibîrxistin ku di sedsala 20’î de asta ava li okyanûsan derdora 15 santîmetreyî bilind bûbû.

Li gorî rapora pisporên IPCC’ê belavkirina gaza serayê bi lez û bez bê kêmkirin jî wê asta ava li okyanûsan her bilind bibe. Lê belê eger tiştek neyê kirin wê av bêhtir bilind bibe û encamên wê jî wê girantir be.

Amadekariya li dijî felaketan

Yek ji mijareke din a ku di raporê de hate destnîşankirin ew e, welatên li peravan û yên li giravan divê xwe ji bo xisareke mezin a ji ber germahiya avhewayê amade bikin. Di raporê de hate gotin ku ji bo vê jî divê demek bê qezençkirin û mînakên avakirina dîwarên benavan ên bilind li dora bajarên li peravên okyanûsan hate pêşniyarkirin. Tê texmînkirin ku heta sala 2050’î hejmara mirovên li peravên okyanûsan dimînin, li wan bajarên hesas dimînin wê milyarek mirovî derbas bike. Tê gotin, bi tedbîrên bên wergirtin wê rîska lehiyê ji 100 heta hezar qatî kêmtir bikin.

Di raporê de hate ragihandin ku bi milyonan mirovên niha li giravên okyanûsan dimînin wê neçar bimînin ku warê xwe biterikînin û divê ji bo vê koçberiyê jî deverên nû yên bicihbûnê bên amadekirin. Li gorî pêşdîtinan wê gelek giravên li okyanûsan êdî welê lê bê ku kes nikaribe li wan deveran bijîn.

Li gorî raporê ji bo amadekariya ji felaketên ji ber germahiya global rû bidin divê her sal bi sedan milyar dolar bên xerckirin.

Felaketên ku 100 salî carekê rû didan wê êdî her sal rû bidin

Di raporê de tê pêşniyarkirin ku belavkirina gaza serayê bi lez bê kêmkirin û hate destnîşankirin, germahiya global li gorî dema beriya sedsala 19’an bi 2 pileyî bê bisînorkirin jî wê encamên xwe hebin. Li gorî vê yekê bi zêdebûna bi rêjeya 2 pileyî re wê di sala 2050’î de li gelek bajarê peravê yên dinyayê yan jî giravan felaketên xwezayî rû bidin. Di raporê de tê destnîşankirin, ku mebest ji bûyerên mezin ên xwezayî ew e ku beriya niha tenê 100 salî carekê rû didan.

Êdî veger nîne; divê giraniyê bidin ser kêmkirina bandorê

Di raporê de hate ragihandin ku okyanûs dibe ku heta sala 2100’î ji 2 heta 4 qatî bêhtir germahiyê bimête û hate gotin, ev yek senaryoya herî xweşbîn e.

Pispor destnîşan dikin ku di asta heyî de vegera asta germahiya global li dinyayê êdî nepêkane û ya ku divê bê kirin ew e ku zêdebûna germahiyê bê kêmkirin û amadekarî li dijî bandora vê yekê bên kirin.MONACO

Dikarî Biecibînî