Pîwiya Nikulsor li Bismilê hat dîtin 

Pîwiya Nikulsor ku li Mezopomyaya Jor tê dîtin û bi bilindbûna ava bendava li Geliyê Dîcleyê re qada wê ya jiyanê dikeve talûkeyê, li Bismilê hat dîtin.

Li gel hemû bertekan jî girtina avê ya Bendava Ilisûyê ku dê Geliyê Dîcleyê tune bike, berdewam dike. Heke pêngara avê ya bendavê temam bibe û bendav têjî ava bibe, dê li seranserê gelî qada jiyanê ya gelek cûreyên zîndewaran tune bibe. Ji bo parastina cûreyên zîndewarên li seranserê gelî tu xebat nayê kirin. Yek ji van zîndewarên ku kêm caran tê dîtin û ji ber girtina ava bendavê qada wê ya jiyanê ketiye talûkeyê Pîwiya Nukilsor e.

Pîwiya Nukilsor ku di latînî de weke Vanellûs Îndîcûs û di tirkî de jî weke Kiz Kûşû/Kizil Îbîbîklî Kiz Kûşû tê zanîn, yek ji cûreyên civîkan e ku li Mezopotamyayê kêm tê dîtin. Basken wê reş û qeweyê vekirî ne; serê baskên wê penbe; ser, sîng û pêşiya sitûyê wê reş; serê nikulê wê sor; qemçik û piyên wê reş in.

Cara yekemîn wêne wê hat kişandin

Pîwiya Nukilsor ku kesên wê dibînin dibin evîndarê wê, qada wê ya jiyanê bi giranî Mezopotamya, Asyaya Rojava, Hindistan û Tirkiye ye. Li Mezopotamyaya Jor kesê ku cara ewil wêneyê Pîwiya Nukilsor kişand wênekêşê xwezayê Dûrzan Cîrano ye. Dûrzan Cîrano cara ewil wêneyê Pîwiya Nukilsor kişandibû, herî dawî beriya çend hefteyan Pîwiya Nukilsor li mewkiya Ambarê ya Bismilê dît û wêneyê wê kişand.

‘Divê ku cûre bên parastin’

Wênekêş Cîrano, tekildarî Pîwiya Nukilsor ku cara yekemîn li aliyên jor ên Çemê Dîcleyê tê dîtin ev tişt got: “Kelecana kêliya wênekişandina wê ya sala 2011’an careke din ez hilandim. Lê ji aliyekî ve jî dîtina vê cûreyê ya li vir ez xemgîn kirim, lewre dibe ku bi bilndkirina avê re qada wan a jiyanê ketibe talûkeyê. Divê ku ev yek bê lêkolînkirin û cûre bên parastin.”

Tê payîn ku bi bilindbûna avê ya bendavê û golên ku tên çêkirin re çivîkên li herêmê ber bi rojava ve koçber bibin. AMED 

Dikarî Biecibînî