Dê li Kelarê 10 hezar dar werin çandin

Şaredariya Kelarê pêngavek ji bo çandina daran da destpêkirin û îro 3 hezar dar hatin çandin

Rêveberiya Şaredariya Kelarê ya bi ser îdareya Germiyanê, li parka Şar a Kelarê pêngava çandina daran da destpêkirin. Şaredarî dixwaze li navçeyê 10 hezar dar biçîne.

Dê tevahî dar li park û cihên geştiyariyê werin çandin. Bi vê boneyê îro nêzî 3 hezar dar hatin çandin û dê 7 hezar darên din jî di rojên bên werin çandin. Xwendekar, mamosta û welatî tev li pêngavê bûn û diyarkirin ku armanca wan şînkirina bajar û belavkirina hişyariya jîngehê ye. KELAR