Ji 130 kaniyan tenê Anzele ma

Ji 130 kaniyên li navçeya Sûrê tenê Kaniya Anzele maye û ew jî di nav qirêjê de ye. Şêniyên taxê ku rewşa berê ya kaniyê bi bîr xistin û xemginiya xwe ji ber rewşa îro ya kaniyên anîn ziman ji bo kaniyê bang li rayedaran kirin

Li navçeya Sûrê ya Amedê ku dergûşiya gelek şaristaniyan kiriye û bi sûran dor lê girtî ye, li gorî Salnameya Amedê ya sala 1874’an 130 kaniyên wê hebûne. Piraniya van kaniyan di nav demê de bi avakirina avahiyan, xebatên rê û sererastkirinên derdorê ji holê hatine rakirin.

Ji van kaniyan tenê Kaniya Arbedaş ku bûye mijara gelek stranan û Kaniya Anzeleyê mabûn. Ji ber restorakirina Nav Kelehê, sala borî Kaniya Arbedaş texrîb bû û bi girtina qenalên wê yên avê re ji holê rabû û ji 130 kaniyan tenê Kaniya Anzeleyê ya li taxa Îskenderpaşa ma.

Tê gotin navê Kaniya Anzeleyê ji peyva kanî ya erebî “ayné” û peyva kurdî ya “zelal” pêk tê. Li gorî hin rîvayetan serê kaniyê ji Qerejdaxê tê û ava wê diçe Çemê Dîcleyê. Gelek kesên ku li Sûrê ji dayik bûne û jiyana xwe domadnine, bîranînên wan ên Anzeleyê hene.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sala 2013’an de piraniya kaniyê ku di bin axê de mabû restore kir û sererastkirina wê ya derdorê kir. Niha ji ber lê xwedî derneketinê kanî bi rê qirêjiyê re rû bi rû ye.

Welatiyê 61 salî Behzat Bermûtlû ku ji 7 saliya xwe ve şahidiya herikandina ava kaniyê dike, diyar kir ku bi restorakirinê re bi eslê kaniyê hatiye leyîstin û ji ber ku weke cihê bêhnvedanê tê bikaranîn gelek qirêjî bûye û ev tişt got: “i vî halê wê dê çawa masî bênê. Kîjan zîndewar dikare bi vî halê wê lê bijî? Ji ber sergoyan qenala ku ava kaniyê digihîne Hevselê xitimiye. Em dixwazin ku deriyên wê bên vekirin û dûwarên bên rakirin. Kanî bi qasî ku li benda mutehîtan nemîne bi nirx e.”

Herî dawî Bermûtlû destnîşan kir ku pêwîstiya kaniyê bi xebateke nû heye û bang li rayadaran kir ku ji bo kanî li gorî eslê xwe bê sererastkirin bang li rayadaran kir. AMED