Felaketên xwezayî yên sala 2019’an

Rêxistina civaka sivîl Chrîstîan Aîd der barê zirara madî ya ku felaketên xwezayê bûn sedem raporek weşand. Li gorî vê yekê heft ji felaketên rûdan bûn, her yek ji wan bûn sedema zirara ji 10 milyar dolarî

Rêxistina civaka sivîl Chrîstîan Aîd derbarê zirara madî ya ku felaketên xwezayê di sala 2019’an de bûn sedem raporek weşand.

Di raporê de rêxistinê bal kişand ser zirara madî ya 15 felaketên ji ber germahiya avhewayê rû dan û ev agahiyê da: “Bûyerên meteorolojîk ên giran ku guhertina avhewayê girantir kir, di sala 2019’an li parzemînên qelebalix hemûyan xistin, bû sedema mirina mirovan, koçberbûna bi milyonan mirovî û zirara milyaran dolaran.”

Rapor di çarçoveya raporên Neteweyên Yekbûyî, saziyên dewletê, lêkolînên zanistî û daneyên ji çapemeniyê hate amadekirin. Di raporê de tayfûn, felaketên lehiyê û şewatên daristanan hatin bibîrxistin û hate destnîşankirin ku heft ji wan bûne, her yek ji wan bûn sedema zirara ji 10 milyar dolarî.

Li gorî vê yekê felaketa lehiyê ya li bakurê Hindistanê û tayfûna Lekîma ya li Çînê her yek ji wan bûn sedema zirara ji 10 milyar dolarî, bagera Dorîan a li Bakurê Amerîkayê bû sedema zirara ji 11,4 milyar dolarî, felaketên lehiyê yên navbera mehên Hezîran û Tebaxê yên li Çînê bûn sedema zirara 12 milyar dolarî, felaketên lehiyê yên li Mîdwest û başûrê DYE’yê bûn sedema 12,5 milyar dolarî, tayfûna Hagîbîs a meha Cotmehê ya li Japonyayê bû sedema zirara ji 15 milyar dolarî û şewata daristanan a mehên Cotmeh û Mijdarê yên li eyaleta Kalîforniyayê bûn sedema zirara ji 25’ê milyar dolarî.

Di raporê de hate destnîşankirin ku her yek ji van felaketan pêwendiya xwe bi guhertina avhewayê heye.

Chrîstîan Aîd her wiha ragihand ku ji ber felaketên lehiyê yên li bakurê Hindistanê hezar û 900 kes û ji ber bagera Îdaî ya li Mozambîkê jî hezar û 300 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nirxandina salê ya şîrketa sîgortayê ya Swîss Re’yê ku di nava meha Kanûnê de kir, di sala 2019’an de zirara ku felaketên xwezayî û felaketên însanî bûn sedem 140 milyar dolar e. Di sala 2018’an de zirara ku hate tespîtkirin 176 milyar dolar bû. ANF

Dikarî Biecibînî