Geliyê Botan xemla biharê li xwe kiriye

Geliyê Botanê bi hatina demsala biharê re reng bi reng bûye. Gelî, bi kulîlk û şênkahiya xwe, bi beybûn û xuşîniya ava Dîcleyê re veguheriye bihûştekê

 

Gundê Bafê yê navçeya Hezex a Şirnexê, yek ji herêmên ku li qeraxa Çemê Dîcleyê ye. Bi demsala biharê re hewa germ bû û xwezaya gund jî hêdî hêdî hêşîn dibe. Bi beybûn, xecxecok û gelek kulîlkên xwe yên din re reng bi reng e.

Xuşîniya çemê Dîcleyê, sewalên li gelî diçêrin, jinên pincar berhev dikin û mêşvanên li gelî, li dîmena navçeya Basan û Çiyayê Gabarê reng û dengekî cuda bar dike.

Her sal gelek welatî ji bo bêhnvedan û geştê dihatin vî geliyî. Lê niha bêdengiyek lê serwer e. Sedema vê bêdengiyê jî şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) ye ku li seranserê cîhanê belav bûye. Ji ber vê yekê jî niha Geliyê Botan tenê malovaniya çûkên cur bi cur, mar, marmarok û sewalên kûvî dike.

Wêne: Mujdat Can / MA-ŞIRNEX

Dikarî Biecibînî