Rewandiz bi hatina biharê re mîna bihûştê bûye

Mîna her deverekê Kurdistanê, deşt û çiya, gelî û newalên Rewandizê jî xwe bi xemla gul û sosinan, bi reng û awazên biharê pêçaye

Bi hatina demsala biharê re detş û çiya, gelî û newalên Kurdistanê xwe li rengên biharê xemiland. Xwezaya Kurdistanê ya ku mîna baxên bihûştê xwe xemilandî, di kamlana xwe de ye. Yek ji van herêmên mîna bihûştê jî Rewandiz e.

Her çiqas ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) qedexeya derketina derve hebe jî, li gundewarên Rewandizê şenî hembêza xwe li xwezayê vekirine. Ji ber ku jîngeha deverê ewqas xweşike, mirov bi dîtina wê xem û êşên xwe ji bîr dike û aramî serdest dibe.

Li gel tîrêjên rojê, qîjîna balindeyan, bên û dîmenên bêhempa yên gul û gulnazan a di nava gelî û çiya de, awaz û besteyên Mam Mehmûd jî xweşikahiyeke cuda dide xwezaya herêmê.

Mam Mehmûd Zîrek ku li Rewandizê kesayetekî naskirî ye, bi heyranokên xwe rengîniyeke cuda dide xwezaya Rewandizê. Her kesekî ku jinêzve dîmenên bêhempa dibîne, dixwaze ku dehan carên din serdan bike û timî li bîra wan bimîne.

Wêne: Rojnews

Dikarî Biecibînî