Welatê rojê bi rengên pîroz xemilî ye

Demsala biharê êdî li Kurdistanê ber bi rojên xwe yên dawî ve diçe. Li welatê rojê ku bi giha û nebatên xwe, bi deşt û zozanên xwe, bi gul û sosinên xwe, anku giştî bi xwezaya xwe mîna bihûştê ye, di van rojên dawî de jî bi rengên pîroz ên kesk, sor û zer xwe xemilandî ye

Li ser rêya Amed û Farqînê ango rêya Bedlîs û Amedê zeviyên nîsk û geniman bi rengê kesk, sor û zer xemiliye û rengên xwezaya biharê radixe ber çavan. Di van rojên gulanê yên ber bi dawiya demsala biharê de, bûkaniyên sor (xaşxaş, bûkik) ku bi taybetî li nava zeviyên nîskan şîn bûne, zevî sor kirine. Ev cihên ku bi kulîlkên sor xemilîne hema bêje coş û peroşiya biharê dide der.

Li gel rengê bûkaniyan, kulîlkên xerdelê jî xemla xwe ya zer nîşan dane û ev reng li nav hev ketine û zevî veguharandine armoniyekê.

Bûkanî

Temenê bûkaniyan pir kurt e. Çend rojan xwe nîşanî mirovan didin, xwezayê dixemilînin û pişt re pelê wan reş dibin û diweşin. Bûkanî, bi taybetî di serê meha gulanê de xemla xwe ya sor nîşan didin û heta derdora 20’ê gulanê hene. Her wiha şîrê bûkaniyan jî dema mirov li destê xwe dixe, wekî hineyê destê mirov sor dike.

Xerdel

Xerdel jî gîhayeke kulîlkzer e ku li nêzî avan şîn dibe û tê qelandin û xwarin yan jî biharateke tûj jê tê çêkirin. Her wiha xerdel beriya nêrek ango kulîlkên xwe zer bike, pincara wê jî tê çinîn û xwarin.

Çavkanî: Bîlal Guldem/AMED-MA

Dikarî Biecibînî