Dewleta tirk piştî Heskîfê niha jî Geliyê Zîlan tune dike

Dewleta tirk piştî Heskîf û gelek deverên dîrokî yên Kurdistanê, niha jî çav berda Geliyê Zîlan. Polîtîkaya talan û wêrankirinê ya dewleta tirk li Geliyê Zîlan jî di nava hewldana qirkirina xwezayê de ye

Li Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîşê ya Wanê careke din dest bi çêkirina 4 Santralên Hîdroelektrîkê (HES) hate kirin. Serokê Komeleya Parastina Berhemên Dîrokî û Hawirdorê ya Wanê (Van Çev-Der) Alî Kalçik, aktîvîstê Hawirdorê Zeynel Abîdîn Çelebî û nivîskar Şehabettîn Demîr ku li Geliye Zîlanê lêkolîn kirin, têkildarî mijarê axivîn.

Alî Kalçik da zanîn ku hemû cûreyên zîndewarên ku li qeraxê çem dijîn bi gefa tunebûnê re rû bi rû ne û wiha got: “Çemên ku HES li ser wan tên çêkirin, serav jî nayê dayîn. Ji bo ku armanca qezenc a fîrmayê heye, ji ber dûkelbûnê wê seravê jî nede. Heke serav neye dayîn dê hemû zîndewarên li herêmê bi tunebûnê re rû bi rû bimînin. Xweza tenê ne ya mirovan e, ya zîndewarane jî.”

Dîrok û xweza tê tunekirin

Bi domdarî jî Kalçik Komkujiya Geliyê Zîlan a di sala 1930’ê de bi bîr xist û wiha domand: “Hê jî li herêmê hestiyên mirovan ji bin axê dertên. Kokujiya Geliyê Zilan, li vir pêk hat. Li herêma ku HES tên çêkirin û av lê tê girtin, di dema komkujiyê de 28 gund hebûn. Lê ji ber komkujiyê gundek jî nemaye. Di dema Kenan Evren de li vir qirgiz hatin bicihkirin. Ev herêm ji bo kurdan girîng e. Liv ir 2 mijarên girîng hene. Ya yekemîn dîrok tê tunekirin a duyemîn jî xweza te tunekirin. Divê em li dijî tunebûna dîrok û xwezayê dengê xwe bilind bikin.”

‘Li ber çavên me Zîlan dipirpite’

Aktîvîst Zeynel Abîdin Çelebî jî daxuyand ku Semenderiya Belek a Anatoliyayê ku di nav gel de weke ‘Kêzika baranê’ tê zanîn û ji aliyê Rêxistina Parastina Xwezayê ya Navneteweyî (IUCN) ve di nav cureyên ku neslê wan li ber tunebûnê tê dîtin, li Geliyê Zîlan dijî. Çelebî bi domdarî ev tişt anî ziman: “Kêzika navborî tenê yek ji cureyeke endemîk e ku di bin qada HES’ê de ye. Beriya ku biryarê bidin, xwezî rayedaran li vir hinek di ferqa xwezaya dewlemend a vir de bûna. Çêkirina HES’ê tê wateya qetilkirina jiyanê. Li ber çavê me Zîlan dipirpirt e. Em bang li ekolojîstan dikin ku bên Zîlanê lêkolîn bikin.”

‘Ji bin keviran gorên mirovan derdikevin’

Têkildarî mijarê nivîskar Şahabettîn Demîr jî ev tişt destnîşan kir: “Her bihostekê xaka Geliyê Zîlanê di nava xwe de dîrokekê dihewîne. Bingeha komkujiya duyemîn tê avêtin. Li vir di bin keviran de gorên mirovên hatine qetilkirin derdikevin. Xwediyên vir di sala 1930’an de hatin qetilkirin û sirgûnkirin. Navê komkujiya niha jî komkujiya xwezayê ye. Em bang li hemû mirovan dikin ku ji vê komkujiyê re bibêjin na û rawestînin.” WAN

Dikarî Biecibînî