Li herêma Çiyayê Cûdî qirkirina xwezayê!

Dewleta tirk qirkirina xwezayê ya li herêma Çiyayê Cûdî didomîne. Dewleta tirk ji bo berfirehkirina qaleqolan li herêma rojane zêdetirî 100 tonên daran bi cerdevanan dide birîn

Talan û wêrana dewleta tirk a li bakurê Kurdistanê bênavber didome. Dewleta tirk ku bi rêya bendav, HES û rêyên cur bi cur çav berdaye dîrok û xwezaya Kurdistanê, niha jî bi hinceta qereqolan dar û barê Kurdistanê tune dike. Di vê çarçoveyê de ev nêzî 2 meh in ku li herêma Çiyayê Cûdî li deverên qaleqol lê hene leşker bi cerdevanan daran didin birîn. Bi taybet jî li derdora Gundikê Remo, Gilindor û Nêvavayê rojê 100 ton dar tên birîn.

Derket holê ku darên ku tên birîn tona wan bi 360 lîreyan tên firotin. Hat hînbûn ku carê 11-12 ton dar li qamyonan tên barkirin û wan dibin bajarên Riha, Semsûr û navçeya Serêkaniyê.

Têkildarî birîna daran nûçegihanên MA’yê bi telefonê li Midûriyeta Daristanan a Şirnexê geriya û midûriyetê qebûl kir ku dar ji bo berfirehkirina qaleqolan tên birîn. ŞIRNEX

Dikarî Biecibînî