Bihûşta veşartî: Gundê Elemûnê

Gundê Elemûnê ku li başûr pişta xwe dide Heftanîn û li rojhilat jî balpiştiya çiyayê Kato Marûnîs dike, bi zozan û xwezaya xwe mîna bihûştekê ye. Bi bêhna beybûn û bûkikan mirov sermest dike

Erdnîgariya gundên Qileban a Şirnexê yên nêzî sînorên başûrê Kurdistanê, bi xwezaya xwe mirov heyirî dihêle. Yek ji van deveran jî gundê Elemûnê ye. Li başûrê gundê Elemûnê Heftanîn, li rojhilatê wê jî silsileyê Çiyayê Kato Marûnîs heye. Hinek şêniyên dibêjin ev gund ê ermenan û hinek jî dibêjin ku yê asuran e. Li gundê nêzî 4 hezar dijîn. Devera herî bi nav û deng jî Geliyê Bêdkarê ye. Bi germbûna dinyayê re Bêdkar hêdî hêdî mirovan diezimîne.

Hêj li serê çiyayên gund berf neheliyaye. Derdora gund jî bi kulîlkên cur bi cur xemilî ye. Herî zêde jî beybûn û bûkik hene. Ji xeynî kulîlkên xwe bi hewaya xwe ya paqij, bi ava xwe ya cemidî jî balê dikişîne ser xwe.

Bi germbûna hewayê dinyayê re êdî şêniyên gund sewalên xwe ji Geliyê Bêdkarê ber bi Zozana Kaniya Spî ve dibin. Gundî hema hema heta serê zivistanê li wir dimînin û sewalan xwedî dikin. Li hêla din şêniyên gund gelek cureyên gîhayan berhev dikin. Van pincaran jî geh ji bo demsala zivistanê ji bo xwe çê dikin û geh jî li navend û navçeyan difiroşin.

Bêguman li herêmên çiyayî ku sewalkarî karê bingehîn e, bêrîvan rengînî û kedkarên hêja ne. Bêrîvan, hem heywanên xwe didoşin û hem jî gîhayên weke bîk, siyabo, kereng, cahtir û rêvasan berhev dikin. Bêrîvanên ku di dawiya rojê de şîrê bizinan dotîn, bi barê xwe yê gîhayên cur bi cur ber bi cihê binecihiyê ve dikevin rê. Rêya wan bi qasî 6 saetan dom dike. Dema digihijin ser rêya wesayîtan jî, piştiyên xwe yên giran li wesayîtan siwar dikin û diçin gundê xwe.

Çavkanî: Mahmût Rûvanas /ŞIRNEX-MA