Li Bestayê 3 roj in mudaxeleyî şewatê nayê kirin

Li herêma Besta ya girêdayî Şirnexê 3 roj e şewat didome û mudaxeleyî şewatê nayê kirin

Li Zozanê Şerevanê ya girêdayî herêma Besta ya Şirnexê 3 roj in şewat derketiye û ev şewat didome. Tê gotin ku leşkeran agir bi deverê xistiye. Şewata li deverên Şerevan, Çemê Mezin, Xare Kuna û 3 deverên din ên cuda didome û kes mudaxele nake.

Hat diyarkirin ku heta niha ji ber şewatê bi sedan dar şewitîne. ŞIRNEX

Dikarî Biecibînî