Şewata li çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe

Şewata daristanê ya ku 2 roj in li çiyayê Gabarê didome her ku diçe belav dibe

Şewata ku 2 roj berê li çiyayê Gabarê nêzî bajaroka Dergûlê ya Şirnexê bi daristanê ket, îro belavî çoltara gundên Zîvîngû, Memîra, Deriyê Gabar, Dêrşew, Qernê, Bîrava û Memîrûka bû.

Şewata ku sedema derketina wê nehat zanîn her ku diçe belav dibe. Ji bo vemirandina agir bi tu awayî  mudexele nayê kirin. Her wiha herêma ku şewat lê rû da  liv û tevgera hewayî heye. ŞIRNEX

Dikarî Biecibînî