Jin bi kedek kollektîf amadekariyên xwe dikin

Li herêma Serhedê jin ji bo zivistanê amadekariyan dikin. Li taxa Kurubaş a Artemît a Wanê jin mişmişên li baxçeyan kom dikin û ji bo rîçal, bastêq û xoşafê cuda cuda amade dikin.

Saniya Pulat diyar kir ku ew di saetên sibehê de bi jinên taxê re dest bi kar dikin û wiha got: “Em mişmişên baxçeyan tu car derman nakin. Mişmişên me li gorî yên piyaseyê biçûk in lê tehma wan pir xweş e. Ji ber vê em ji mişmişan bastêq û rîçal çê dikin. Her wiha em xwişabê çêdikin. Ligel vê em dikin gelek xwarinên din.” Esmer Kumlî jî destnîşan kir ku ew ji bo alîkariya cîranê xwe hatiye û dê rojekê din jî cîranên wê bên alîkariya wê û got ku ji ber vê xebata kollektîk her karê wan bi bereket e. WAN

Dikarî Biecibînî