Koçberî keneke xemgîn a li ser rûyê zarokan e

Sorgul Şêxo

Bi destpêka qeyrana Sûriyeyê hêzên zordest tenê ji bo berjewendiyên xwe xizmet kirin û di encamê de gund, bajar hatin hilweşandin. Kuştin, darizandin, bi awayekî zindî şewitandin li ser mirovan hatin ferzkirin. Rengê jiyanê tevahî hat reşkirin bêyî ku bêjin ev gewr an jî reş e. Mafên zarokan ji destên wan hatin girtin. Koçberî, wêranî para gel ket. Çi zarok çi jin, çi ciwan çi kal hemû kes bi îşkenceyên mezin re rû bi rû man. Tevî hemû zor û zehmetiyan jinên kurd û gelê kurd serî netewandin û heta niha li ber xwe didin.

Ji ber planên qirêj ên pergalên desthilatdar gelê kurd her dem bi qirkirin, talankirin, îşkence û koçberiyê rû bi rû mane. Yên ku herî zêde ji vê yekê bi bandor bûne jî zarok û jin in. Bi koçberiyê jin û zarok ber bi pêlên jiyaneke ne diyar diçin. Di nav pêlên koçberiyê de jiyanek dijwar û dûrî welat heye. A girîng jî ew e ku welatê tu kesî nabe wekî welatê mirov. Hesretek mezin di dilê mirovê ku ji welatê xwe dûr dikeve bi cih dibe. Gelek zarok ji hembêza dayikên xwe dûr dijîn.

Keneke ne ji dil xwe li ser rûyê mirov dide der. Ji pêlên koçberiyê tenê nalîn û axîn ji mirovan re dimîne. Ji ber ku welatê mirov evînek bêdawî ye loma êşa wê jî mezin e. Tevî vê êşa mezin ku her dem jin û zarok ber bi kortalên mezin ve bir, dîsa jî hêvî heye. Hêvî wekî taceke kesk, sor û zer xwe li ser serê zarok û jinan datîne.

Dikarî Biecibînî