Di meha tebaxê de 41 jin hatine qetilkirin

Bîlançoya tundiya li dijî jinan a li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibe. Li gorî rapora meha tebaxê ya KCDP’ê, di vê mehê de 41 jin hatin qetilkirin û 22 jin û 37 zarok jî rastî îstismara zayendî hatin
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora tundiya li dijî jinan a meha tebaxê aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku 41 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin, tecawiza li dijî zarokan û tundiya zayendî jî berdewam dikin.

Di rapora platformê de hat destnîşankirin ku li gorî meha tîrmehê, di meha tebaxê de hejmara jinên hatine qetilkirin zêdetir bûye. Platformê da zanîn ku di meha tebaxê de 41 jin hatin qetilkirin û ev hûrgilî hatin parve kirin: “Ji van jinan qetilkirina 15 jinan bi guman e, sedama qetilkirina 13 jinan nehatiye tespîtkirin, 5 jî ji ber ku xwestine têkildarî jiyana xwe biryarên nû bidin hatine qetilkirin, 6 jin bi hinceta aboriyê hatine kuştin, jinek ji ber ku xwestiye ji hevjînê xwe veqete hatiye qetilkirin, jinek jî ji ber ku xwestiye bi hevjînê xwe re li hev bike hatiye qetilkirin.”

Gelemperiya jinan ji hêla naskiriyên xwe ve hatine qetilkirin

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku ji sedî 45’ê jinan bi çekan hatine qetilkirin û ev tişt hatin destnîşankirin: “Kujerên van kesan jî diyar in. Kujerên ji sedê 40’ê jinên ku hatine qetilkirin jî ne diyar in. Ji jinên ku hatine qetilkirin ji sedî 25’ê wan ji hêla zilamên ku wan nas dikin ve hatine qetilkirin. Ji jinên ku hatine qetilkirin ji sedî 13’ê wan ji hêla xizmên xwe ve, ji sedî 8’ê  wan ji hêla bav û kurê wan, ji sedî 2’ê wan ji aliyê zilamên ku wan nas dikin, hevalên wan ên zilam ve hatine qetilkirin.”

‘Divê bersûc bên cezakirin’

Li gorî raporê di meha tebaxê de herî kêm 8 jin li Stenbolê hatin qetilkirin û di meha tebaxê de cihê herî zêde jin lê hatine qetilkirin e. Piştî Stenbolê jî di vê rêzê de Semsûr û Riha tên. Rapor bi van daneyan bi dawî dibe: “Di nav hefteyeke tebaxê de 2 jinên trans ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin. Di vê mehê de 22 jin rastî êrîşa zayendî û 37 zarok jî rastî îstismarê hatine. Heya ku kuştinên jinan neyên tespîtkirin, darizandinek adîlane pêş nekeve û bersûc neyên cezakirin, dê ev sûc bidomin. Ji bo kuştin, tacîz, tecawiz û tundiya li dijî jinan bi dawî bibe, divê edalet pêk bê.” ENQERE

 

Dikarî Biecibînî